Li navenda rehabîlîte ya wezaretê skandal!
Li navenda rehabîlîte ya wezaretê skandal!
Li navenda rehabîlîte ya wezaretê skandal!
Li Navenda Rehabîlîtasyon û Lênerînê ya Agaçli ya girêdayê Wezareta Polîtîkayên Civakî û Malbatî keçika 16 salî rastî îstîxmara zayendî hatibû û ev bûyer ji aliyê rayedarên sazî û Midûriyeta navendî ve hat veşartin. Mamosteyê îstîsmara zayendî kir, ji bo cigirê midûr hat terfîkirin û sê xebatkarên saziyên yên bi ser bûyerê de çûn jî ji kar hatin avêtin.
Li Tirkiyeyê bûyerên tecawiz, taciz û Şîdeta li hemberî jinê nayê cezakirin û saziyên girêdayê Wezareta Civakî û Malbatî ku tê îdia kirin ku li dijî van bûyeran têdikoşe, bi skandalên îstîsmarê tên rojevê.
Di sala 2010’an de li Navenda Rehabîlîtasyon û Lênerînê ya Agaçli ya girêdayê Wezareta civakî û Malbatî ya Kemerburgazê, bûyera îstîsmarê ya ku ji aliyê xwendekar û personelan ve dihat zanîn, ji aliyê Midûrê saziyê Muyesut Erînç û cigirê Midûr ve hat veşartin.
Di sala 2010’an de mamosteyê Fendê Çagdaş Pehlîvan ji keçika bi navê K.T re diyarî girt û îstîsmar kir. Li ser israra pisporên xizmeta civakî û mamosteyan lêpirsîna li Midûriyeta Navendê hat destpêkirin nehat bersivdayîn û her wiha Çagdaş Pehlivan bo cigirê Midûr hat terfîkirin. Xwendekarên bû şahidên bûyerê û ji ber vê sedemên şandin saziyên din ji ANF’ê re axivîn û der barê mijarê de pisporê xizmetên civakî Ozgur Saglam jî raporek amade kir û got divê kesekî wisa di yurdên keçikan de nexebitin.
DIYARÎ DAYÊ Û ÎSTÎSMAR KIR
K.T ya 16 salî ji aliyê Çagdaş Pehlîvan yê 36 salî û bavê du zarokan ve hat îstîsmarkirin. Hevala K.T, F.A bûyera sê sal berê destpê kir wiha vegot: “Wê demê mamosteyê me Çagdaş Pehlîvan her tim ji K. re diyarî digirt. Destpêkê me tiştek fêm nekir. Me wek têkiliya dê û bav didît. Lê dem derbas bû, me dît ku ne wisaye. Di sala 2010’an de me di meha tîrmehê de me destura xwe ya malbatî bikaranîn û em çûn Antalyayê betlanê. Mamoste Çagdaş bi telefonê li K. digeriya. Min jî jê pirsî, çima evqas li te digere. Rojekê dîsa geriya, K. hoperlor vekir. Min min bihist ez matmayî hiştim. Telefon girt, û giriya. Ji min re got Çagdaş ji min hez dike. Lê min jê re got ew ji te mezintire, zarokên wî hene. Wê jî got ew dizane lê mamoste Çagdaş wê rehet bernade. Dema em vegeriyan Stenbolê em bûn şahidê ku Çagdaş Pehlîvan K îstîmar kiriye.
CIGIRÊ MIDÛR JÎ ŞAHIDE
Psîkologê saziyê Denîz Karabasan jî da zanîn ku bûyer ji aliyê cigirê Midûr Huseyîn Batman ve dihat zanîn û got: “Batman di sala 2010’an de ji devê zarokekî daxwazname amade kir û avêt qutiya gazincan û li se vê hemû personel û xwendekaran hîn kir.”
Karabasan got di meha nîsana 2012’an de piştî K. bû 18 salî civîneke ku mamoste, personelên serwisa civakî û cigirên midûr jî tevli bûn pêk hat. Karabasan wiha got: “Di civînê de her kesî got bila K. biçe cem meta xwe, lê Çagdaş Pehlîvan û cigira Midûr Buşra Yilmaz û psîkolog Elîf Eşmen israr kirin ku ji K. re xaniyek bê girtin û li wir bimîne. Ligel hemû israran li taxa Gokturk a Kemerburgazê ji aliyê Çagdaş Pehlîvan re bo K. xaniyek girt. Ligel ku Buşra Yilmaz bûyer dizanibû, tiştek negot. Xebatkar3en saziyê di dema mesayiyê de diçûn paqijiya xanî dikirin.
ÎSTÎSMAR BI TERFIYÊ HAT XELATKIRIN
Karabasan wiha pê de çû: “Ligel ku midûrê saziyê rewş dizanibû jî deng nekir û Çagdaş Pehlîvan kir cigirê midrû. Di meha îlona 2012’an de piştî hevala K, F bûyer vegot min ji cigira Midûr Buşra Yilmaz re bûyer vegot. Yilmaz ev ji midûr Mesut Erînç re ragîhand û gazî min kirin. Mesut beg ji min re got êdî K. 18 reşîte. Bila çavê me li ser Çagdaş be. Ger li hemberî zarokek din tiştekî wisa bike emê tiştên pêwist bikin.
EV ZAROK HESTIYARIN
Karabasan wiha got: “Van zarokan eleqeya dê û bav nedîtine ji ber vê hewcedarê eleqeyeke germin. Ji ber vê jî eleqeyê nîşan didin, nêzî xwe dibînin. Ji ber vê jî van zarokan bi xwe ve girêdan û îstîsmarkirina wan hêsane.”
RAPOR VEŞARTIN
Pispora Xizmeta Civakî Ozgur Saglam jî di gulana 2013’an de zarokên din bûyer bi wî re parvekirine û got wan bi psîkolog û pisprên din re bi zarokên keçik re hevdîtin kirine û raporek amadekirine, lê rapor ji aliyê cigira Midûr Yilmaz ve hatiye redkirin. Saglam wiha got. “Min gazî Buşra Yilmaz kir. Min xwest zarokan guhdarî bike. li ser vê min raporek amade kir. Em her sêyan amade kir. Lê Buşra Yilmaz bi hinceta ku îfadeyên sûcdarkirinê heye ev îmze nekir. Min rapor bir ji Midûr Erînç re. Min got îdiayên cidî hene û divê rewş bê lêpirsînkirin. Ligel ku erê kir, nekir meriyetê.
Her wiha hate hînbûn ku Çagdaş Pehlîvan yê ku ligel hemû sosretiyan peywirê didomîne, zarok tehdît kirine û gotiye ger mala min xera bibeberpirsên wê hunin.