Li navenda Londra dirûşmayên ‘Îro Kobanê, Sibe Londra’

Li navenda Londra dirûşmayên ‘Îro Kobanê, Sibe Londra’

Li paytext Londra çalakiyên piştevaniya bi Kobanê re ku ew du hefte zêdetirin didomin duh jî li navenda Londra dewam kir. Greva birçîbûnê ya li ber Serokwezîrtiyê di roja pêncemîn de ye, duh bi şev jî li navenda Londra meşek hat lidarxistin.

Meşa bi sedan kes beşdar bûn li ber avahiya Serokwezîrtiyê ya greva birçîbûnê lê didome pêk hat.

Di meşê de timî dirûşmaya bi Îngîlîzî ya ‘Îro Kobanê, Sibe Londra” hat gotin. Bi sedan kesan bal kişandin ser talûkeya DAIŞ a dibe ku sibe li kolanên Londra pêk were.

Li yek ji qadên bi nav û deng ê Londra Pîcadîlly Cîrcus û Leîcester Square axaftin hatin kirin. Di axaftinan de hat diyarkirin ku çeteyên DAIŞ ji bo mirovatiyê tehdîdek e.

Li terqa rê ya Trafalgar Square ku trafîk lê zêde ye bi sedan kesên çalakiya rûniştinê pêkanîn trafîk felc kirin. Çalakî piştî meşa du saetan li ber avahiya Serokwezîrtiyê ya greva birçîbûnê lê didome bi dawî bû.

Greva birçîbûnê di roja pêncemîn de tevî hewaya sar û baranê jî didome. Ji ber polîsan destûr nedan çalakvan kon vedin ku grev di bin baranê de didome çalakvanan diyar kirin wê çalakiya xwe bi biryar bidomînin.

Kurdistanî û dostên wan xwe ji bo meşa mezin a saet 13.00’an li Londra wê pêk were amade dikin.

Têkildarî mijarê Meclîsa Gel a Kurd a Brîtanya ku daxuyaniyek da got ku piştevaniya ji Kobanê re deynekî rûmet û namûsê ye û ji bo meşa Şemiyê banga tevlîbûna bihêz kir.