li Nasiriyeyê jî xwepêşandan tê kirin

Xwepêşandanên protestoyê yên ku hefteyek berê li bajarê Basrayê yê Iraqê hatibû destpêkirin li bajarê Nasiriye yê Zûkkarê jî tê kirin.

Ji destê sibehê ve li navenda bajarê Nasiriyeyê bi sedan kes kom bûn û xwepêşandanên protestoyê li dar xistin. Xwepêşander ber bi avahiya Meclîsa Bajêr a Nasiriyeyê meşiyan. Rayedaran meclîs vala kirin û di navbera xwepêşander û hêzên ewlehiyê de gengeşî çêbû. Li vê derê 20 kes birîndar bûn.

LI BASRAYÊ 2 KESAN JIYANA XWE JI DEST DAN

Li bajarê Basrayê jî xwepêşander xwestin têkevin avahiya meclîsê ya bajêr. Li vê derê polîsan êrîşî xwepêşanderan kir û du kesan jiyana xwe ji dest dan.

Wezareta Karê Hundir a Necefê jî diyar kir ku wan Gerînendeyê Emniyetê yê Necefê ji peywirê stendine û ji dêvila wî tumgeneral Ala Garîb peywirdar kirine.