Li Mûsilê sibeha bi xwîn: 24 mirî
Li Mûsilê sibeha bi xwîn: 24 mirî
Li Mûsilê sibeha bi xwîn: 24 mirî
Li Mûsilê, di encama êrîşeke întixarî ya li dijî konvoya leşkerî de, 22 leşker û 3 kesên di rê de derbas dibûn, jiyana xwe ji dest dan.
Li Başûrê Kurdistanê bajarê Mûsilê, li dijî konvoya artêşa Iraqê îro danê sibê êrîşeke xwekuştinê pêk hat. Di encama êrîşê de 22 leşker û sê kesên di rê de derbas dibûn, jiyana xwe ji dest dan. Rayedarên polîsan dan xuyakirin ku êrîşkar bi wesaîteke bombebarkirî çalakî lidar xistiye.
Hat ragihandin, çalakger konvoy dişopand û dema konvoy sekinî, wî bombe teqandiye.
Li taxeke din a Mûsilê jî, li dijî polîsên di rêzê de bûn êrîşek hat kirin û di encamê de 4 polîs mirin.