Li Muş û Antalyayê qezeyên trafîkê:12 kes mirin

Li Muş û Antalyayê qezeyên trafîkê:12 kes mirin

Li herêm Golerên Çayirarasi ya Antalyayê minîbusa ku karkerên înşatê dibirin, qulipî çem û 8 kes mirin, 5 kes birîndar bûn. Li Muşê jî du otobus li hev qelibîn û 4 kes mirin 8 kes birîndar bûn.

Di qezeya li Antalyayê pêk hatiye de 8 kes mirin û 5 kes birîndar bûn. Hat hînbûn ku yên mirine di ava golê de xeniqîne. Piştî qezayê gelek îtfaye û ekîbên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Li Muşê di saetên sibê 9’an de  qeza pêk hat. Li gorî agahiyên dest pêkê Veysel Akin (36), Serkan Taşkin (28) û Ahmet Taşkin û kesekî nasnameya wî nayê zanîn jiyana xwe ji dest dane.

18 kesên birîndar bûn jî rakirin nexwşxaneyê.