Li Munîhê protestoya qirkirina Ermeniyan

Li bajarê Munîhê bi munasebeta salvegera qirkirina Ermeniyan di çalakiyan de dewleta Tirk û Elman hat protestokirin. Di çalakiyan de bang hat kirin ku Tirkiye qirkirinê nas bike.

Li bajarê Munîhê bi munasebeta salvegera qirkirina Ermeniyan di çalakiyên de dewleta Tirk û Elman hat protestokirin. Di çalakiyan de bang hat kirin ku Tirkiye qirkirinê nas bike.

Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê (YXK), Ciwanên Azad û Eniya Azadî û Kedê, bi çalakiyekê, qirkirina Ermeniyan protesto kirin.

AKP XELEKA DAWÎ YA QIRKIRINÊ YE

Di çalakiya ku li ber Sefaretxaneya Tirkiyeyê hat lidarxistin, qirkirina Ermeniyan û ya li ser gelên din a di 1915’an de pêk hat û bi mîlyonan kes hat qetilkirin, hat protestokirin. Di çalakiyê de di axaftinên hatin kirin de hat diyarkirin ku dewleta Tirk li ser qirkirinan hatiye  avakirin û wiha hat gotin: “Dîroka ku bi qirkirinan tijî ye, di roja me ya îro de jî didome. Ne tenê li dijî gelê Ermenî, li hemû gel û baweriyên ku li ser wan xakan dijîn, polîtîkayên faşîzan hatin meşandin. Xeleka dawî ya vê polîtîkayê jî AKP ye. Dewleta Tirk ji bo demokratîkbûna xwe divê bi dîroka xwe re rû bi rû were, divê AKP qirkirina pêk aniye nas bike û berpirsyariyên xwe bînin cih.”

Di çalakiyê de bal kişandin ser rola dewleta Elman a di qirkirinê de û hat diyarkirin ku dewleta Elman ji bo berjewendiyên xwe yên aborî û emperyalîst, di dîrokê de her tim piştgirî daye polîtîkayên dewleta Tirk.

Çalakî bi dirûşmên, ‘Bijî biratiya gelan’, ‘Bijî piştevaniya enternasyonalîst’ bi dawî bû.

NÎŞANDANA FÎLM

Li Munîhê dîsa têkildarî qirkirina Ermeniyan fîlmek hat nîşandan. Bernameya li EineWeltHaus pêk hat, ji rêxistinên cuda ciwan beşdar bûn.