Li Munîhê çalakiya belavkirina aşûreyê
Li Munîhê çalakiya belavkirina aşûreyê
Li Munîhê çalakiya belavkirina aşûreyê
Li Komeleya Jinên Kurd a Sara ya li bajarê Munîh a Elmanyayê çalakiya belavkirina Aşûreyê hate lidarxistin. Beriya belavkirina aşûreyê têkildarî girîngiya meha Mûharremê Pîr Alî Dogan axaftinek kir û der barê dîroka Kerbela û aşûreyê de agahî da.
Pîr Alî Dogan diyar kir ku Elewî her tim li gel gelên mazlûm û bindest in û got: “Zilma ku duh li Kerbelayê li dijî Îmam Huseyin hate kirin, îro jî ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve li Kobanê tê pêkanîn.”
Pîrê Elewiyan diyar kir ku duh Kerbela û îro jî komkujiyên Dêrsim, Mereş, Çorûm, û gelek komkujiyên din pêk hatin. Piştî axaftinan aşûre hate belavkirin.