Li Munîh û Frankfurtê komkujiya Parîsê hat şermezarkirin
Li Munîh û Frankfurtê komkujiya Parîsê hat şermezarkirin
Li Munîh û Frankfurtê komkujiya Parîsê hat şermezarkirin
Li bajarên Franfurt û Munîh a Almanyayê Kurdistanî hatin cem hev û xwestin komkujiya Parîsê bê ronîkirin.
Di 9’ê Çile de yek ji damezrînerên PKK’ê Sakîne Cansiz, nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan dogan û endama tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez hatin qetilkirin û piştî wê çalakiyên ‘Em edeletê dixwazin’ heta niha didomin.
Kurdistanî li ber seferatxaneya Fransiz ya Munîha Almanyayê hatin cem hev û daxwazkirin ku bila komkujiya Parîsê demildest bê ronîkirin.
Çalakiya bi dirûşmeya ‘Bêdengiya we hevkariya we ya sûc e’ pêk hat, komploya 9’ê cotmehê hat protestokirin. Endamê Yekitiya Xwendekarên Kurd (YXK) di çalakiyê de belavokên bi almanî hatin belavkirin û di axaftinên hatin kirin de jî wiha hate gotin: “Ligel ku di ser komkujiyê de 9 meh derbas bû jî, hikûmeta Fransayê bêdengiya xwe diparêze. Ev bêdengî tê wateya hevkariya sûc.
Di axaftinan de hat destnîşan kirin ku Omer Guney bi komeleyên nîjadperest û derdorê re di nava têkiliyê de ye û ev jî ji aliyê rayedarên Alman ve dihat zanîn û bang li dewleta Alman kirin ku lêpirsînê bidin destpêkirin.
Kurdan da zanîn çalakiyên ‘Em edeletê dixwazin’ ji hefteya pêş roja çarşemê û şûnde dê her hefte saet di 17.00’an de li Heimerranstraße 31’ê pêk were. Bang li hemû kurd û demokratan hat kirin ku bi hêzeke mezin tevli çalakiyan bibin.
Çalakî vê hefteyê li Frankfurtê jî pêk hat. Çalakiya li ber seferatxaneya Fransayê bi dirûşmeya ‘Bêdengiya we hevkariya we ye’ pêk hat, wêneyên Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hatin hildan û her wiha dirûşmeyên wekê ‘Şehîd Namirin, Em hemû Sakîne ne, em hemû Leylan e, Fîdanin’ hatin berzkirin.
Di çalakiyê de bang li hikûmeta Fransayê hat kirin ku berpirsyariya xwe bîne cih û her wiha danezana ku Buroya Aştiyê ya Jinan (CENÎ) amadekiribûn hatin xwendin.