Li Mulhouse provokasyona nîjadperest: Tirkek hat binçavkirin

Li Mulhouse provokasyona nîjadperest: Tirkek hat binçavkirin

Li bajarê Mulhouse yê Fransa di meşa ji bo Kobanê de ji ber provokasyona hin nîjadperestên ku tên gotin Tirk in bûyeran rû da. Tirkekî kêr pêre hat binçavkirin.

Bi hewldana Navenda Çandê ya Kurd a Mulhouse ji roja Duşemê ve nêzî 20 kes di greva birçîbûnê de bûn. Bi vê girêdayî her roj danê êvarî ji bo piştevaniya bi Kobanê re meş tên lidarxistin.

Ev çalakî her roj di atmosfereke aştiyane de pêk dihatin. Lê belê, di meşa îro ya piştî nîvro de hin nîjadperestên bi eslê xwe Tirk provokasyon pêk anîn. Dema çalakvanan bersiv dan, polîsan mudaxele kir û bombeyên gazê bi kar anîn.
Polîsan Tirkekî 26 salî kirin binçavan. Li ser êrîşkar kêrek û muştayek hat dîtin.