Li Moskowayê êrîşa polîsan a Gezî hate şermezarkirin

Li Moskowayê êrîşa polîsan a Gezî hate şermezarkirin

Li paytextê Rûsya Moskowayê ji bo piştvaniya berxwedana Parka Gezî û şermezarkirina tundiya polîsan çalakiyek hate lidarxistin. Alîgir û parlementerên Partiya Demokratîk û Lîberal a Rûsyayê (LDPR) çalakiyekî piştgiriya bi berxwedana Parka Gezî lidarxistin.

Koma ku îro di demjimêr 11.00’an de li ber Sefaretxaneya Tirkiyeyê ya li ser Rêya 7.Rostovskiy Pereulok a li Metro Kievskayayê hatin gel, çalakiyek ya protestoyî pêkanîn.

Di çalakiyê de sloganên “em ne çepgir, ne rastgir, ne futbolvanin”, “Bijî Tirkiyeya azad”, “Tirkiyeyekî bê Erdogan dê xweşiktir be.” Tirkiyeyiyên li Moskowayê jî jiyan dikin di van rojên dawî de ji bo piştgirîdayîna çalakvanên Geziyê ahengan li dardixin. Şeva din 10 jinên Tirkiyeyî li Kolana Arbat hatin gel hev, demekê li ser lingan bê tevger rawestiyan û piştgirî dan çalakiya “mirovê radiweste”. Jinekê ji bo temsîliya “mirovê radiweste” bike pantolonekî qût, gomlekekî spî û çanteyek jî da pişta xwe.