Li Moskow û Odessayê Newroz hat pîrozkirin

Li Moskow û Odessayê Newroz hat pîrozkirin

Li bajarê Odessa ya Ukraynayê Kurdan Newroz pîroz kir. Kurdên li Ukraynayê dijîn li bajarê Odessa hatin cem hev û Newroz pîroz kirin. Li paytexta Rûsya Moskowê jî kurd, çerkez, qazek, ozbek, qirgiz û rûsan Newroz bi hev re pîroz kirin.

Kurdên li bajarên Xerson, Xarkov, Nîkolayev, Îvanovka, Kîev, Dînyeper, Petrovskî û Odessa dijîn, duh di saetên 18.00’an de li Kuluba Paladyum hatin cem hev û Newroz pîroz kirin. Pîrozbahî bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir.

Parlmenterê herêmî yên Odessa Aleks Dîmîtrovîç axivî û wiha got: “Kurd bi têkoşîna ku dimeşînin dîrokek rast dinivîsinin û îfadeyeke mîtolojîk veguhertiye rastiyekê û di vê wateyê de bila cejna hemû kurdan pîroz be.”

Piştre Serokê Komeleya Kurd a Ukraynayê Georgî Gasanov der barê wateya rojê de axivî û got ku li Amedê rojeke gelek girîng heye û wiha got: “Îro Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dîrokek nivîsî. Em kurdên li Ukraynayê dijîn heta dawiyê li pişt serokatiya xwe ne û em di nexşerêya wî de ne.”

Hunermed Hogir, Siyar, Sîmar û koma folklorê derketin ser dîkê.

LI MOSKOWÊ PÎROZBAHIYA NEWROZÊ

Li paytexta Rûsya Moskowê jî kurd, çerkez, qazek, ozbek, qirgiz û rûsan Newroz bi hev re pîroz kirin.

Nûnerê Mala Gel a etnîk Kamarov Nîkalay Petrovîç axaftinek kir û got cejna Newrozê bi mizginiya biharê tê zanîn û lê ev cejn cejna destpêkên nûye.”

Piştî axaftinan hunermend Berfîn Mamedova, Rozerîn û Dato derket ser dikê.