Li Miştenur bîlançoya berxwedana dîrokî

Li Miştenur bîlançoya berxwedana dîrokî

Navendan çapemeniya YPG’ê encama şer û pevçûnên her sê eniyên Kobanê yên şevê din ragihand. YPG got ku di şer û pevçûnan de 67 çete hatin kuştin, tangek hat rûxandin. Navendê her wiha destnîşan kirin ku li gundê Mebrûka ya Serêkaniyê 2 çete hatine kuştin.

Navendana çapemeniya YPG’ê bi daxuyaniyekê encama şerê 24 seatên dawî yên her sê eniyên Kobanê ragihand. Şer û pevçûnên 15’ê Îlonê li her sê eniyên Kobanê despê kirin, di roja 19’emîn de berdewam dike, çeteyên DAIŞ’ê derbeyên giran dixwe û nikarin pêş bikevin. Li gorî malpera fermî ya YPG’ê daxuyanî wiha ye:

“Êrîşên çeteyên DAIŞ'ê ku bi armanca dagirkirina Kobanê hatine destpêkirin di roja 19. de jî dewam kirin. Çeteyên DAIŞ'ê hedef dikirin ku nimêja Cejna Qurbanê li Kobanê bikin û ji ber vê yekê bi hemû hêza xwe û bi sewqkirina çekên giran, êrîşên xwe yên herî berfireh pêk anîn. Pêşveçûna çeteyên DAIŞ'ê ya ber bi navenda bajêr hatiye rawestandin û hêzên me derbeyên mezin li çeteyan dan.

Çeteyên DAIŞ'ê li hemberî gundê Miştenûr û derdorê yê li başûrê Kobanê şevê din du caran ji çar aliyan ve êrîş kirin. Piştî ku ev êrîş hatin şikandin çeteyan, vê sibehê êrîşa xwe ya sêyemîn pêk anîn. Di şerê li vê derê de, li ser rêya Helebê tangek çeteyan ji aliyê hêzên me ve hat rûxandin.

Çeteyên ku li derdora gungê Helincê jî êrîş kirin, rastî bersiva tund a şervanên me hatin.

Çeteyên DAIŞ'ê di heman wextê de, li eniyên rojhilat û rojava jî êrîş kirin û ev êrîşa wan hat têk birin. Topbarana ji eniyên rojhilat û rojava jî bênavber dewam dike.

Li her sê eniyan, şevê din bi qasî tespîtên ku hêzên me kirine, 67 çete hatin kuştin.

Di serî de Miştenûr, li sê eniyan, li nuqteyên cuda şerê dijwar dewam dikin.

Di şerê şevê din de, 6 şervanên YPG û 4 şervanên Burkan El Firat, ku di şikandina êrîşên çeteyan de rolek mezin leîstin û bi biryardarî û îradeyek mezin, mil bi mil şer kirin û şehîd bûn.

Li gundê Mebrûka ya li başûr-rojavayê Serêkaniyê jî çeteyên ku xwestin êrîş bikin rastî bersiva şervanên me hatin. 2 çete hatin kuştin û êrîş hat têk birin.”