Li Misrê xebatên Birayên Misliman hatin qedexekirin
Li Misrê xebatên Birayên Misliman hatin qedexekirin
Li Misrê xebatên Birayên Misliman hatin qedexekirin
Li Misrê, xebatên Birayên Misliman bi awayekî fermî hatin qedexekirin û biryar hat dayîn hemû mal û milkên rêxistinê bên desteserkirin.
Li gorî biryara dadgehê ya di televîzyona dewletê hat weşandin de, xebatên rêxistina Birayên Misliman hat qedexekirin. Dadgeh di heman demê de hemû faaliyetên tevgerê û karên rêxistinên ser bi vê tevgerê qedexe dike.
Piştî ku di 3'ê Tîrmehê de Serokkomar Mûhammed Mûrsî yê ji Birayên Misliman bi darbeya leşkerî hat hilweşandin, li hemberî vê tevgerê serdegirtinên bi xwîn rû dan. Zêdeyî 2 hezar endamên rêxistina Birayên Misliman hatin girtin.
Di 17'ê Îlonê de malên Birayên Misliman ji xwe hatibûn desteserkirin.