Li Misrê teqîn: kesek mir, 4 jî birîndar bûn

Li Misrê teqîn: kesek mir, 4 jî birîndar bûn

 Li bajarê Nesir yê  Misrê teqînek rû da û di encamê de sivîlekî jiyana xwe jidest da û 4 kes birîndar bûn.  

Saziyên çapemeniyê yên Misrî ragihandin ku îro li kolana Mustefa Nehas a bajarê Nesir tirompêleke rêwiyan rastî êrîşê hat. Hate gotin ku êrîşî ji aliyê kesekî nenas bi bombeyekê pêk hatiye. Di encamê de sivîlekî jiyana xwe jidest da û 4 sivîl birîndar bûne.

Hêjayî gotinê ye piştî Misr ket nava aloziyeke siyasî, ev cara yekemîn e, teqîn li dijî welatiyên sivîl pêk tê. Di rojên dawî de hikûmeta Misirê Rêxistina Birayên Mislman a Misrê wekî rêxistineke teror bi nav kir.