Li Misrê protesto
Li Misrê protesto
Li Misrê protesto
Li Misrê, di protestoyên alîgirên Mûrsî de pevçûn derket. Di çalakiyan de kesek mir, 148 kes jî hatin binçavkirin.
Li Misrê piştî girtina rêberê ji kar hatiye girtin Muhammed Mursî û xistina Birayên Mûsûlman a di nava lîsteya ‘terorê’ de hate protesto kirin. Polîsan ragehan ku li gelek bajaran çalekiya protestoyê hatiye li darxistin.
Di çalekiyên protestoyê yên li bajarê Samalute a li herêma Minya ku dikeve başûrê Paytext Qahîreyê de pevçûn derketin. Di encama pevçûnan de kesekî jiyana xwe ji dest da û 148 kes jî hatine binçav kirin.