Li Misrê duh di tûra duwemîn ya referandûma makezanûnê de, makezaganûna nû hate qebûlkirin. Jimarên fermî hêjan nehatine aşkera kirin, lê belê ji sedê 64’ê hilbijêrên ku dengên xwe bikaranîne di tûra duwem de ji makezagona nû re gotin erê.
Di daxuyaniya ku yek ji nûnerên Birayên Misilmanî kirî de got; “Li rexmî muxalefeta Laîk û Xiristiyanan makezagona nû hate qebûl kirin.”
Ji muxalefetan Nûnerên Aliyê Selameta Netewî piştî referandûmê daxuyaniyek dan û aşkera kirin ku, makezagona nû hatiye pejirandin. Nûnerê muxalefetê yê ku desthilatdarî gunehbar kir û got; “Ew welat birêve dibin, hilbijartinan organîze dikin û mirovan bandor dikin. Ma dê çi hatiba hêvîkirin.”
Piştî ku encamên yekemîn hatin aşkera kirin Alîkarê Serok Dewletê Misrê Mahmût Mekkî îstîfaya xwe pêşkêş kir. Mekkî bi hinceta ku ew peywira ku daye wî dê nekare bîne cih îstîfa kir. Di makezagona nû de dê peywira alîkariya serok dewletiyê ya Mekkî li pêş neyê girtin û Mekkî dabû diyarkirin ku ger makezagon were pejirandin ew dê îstîfa bike. Gelek rêxistinên civakî yên sivîl jî aşkera kirin ku, di referandûmê de gendelî hatiye kirin.