Li Meydana Galatasarayê nobeta aştiyê hat destpêkirin
Li Meydana Galatasarayê nobeta aştiyê hat destpêkirin
Li Meydana Galatasarayê nobeta aştiyê hat destpêkirin
Rêxistina bajarê Stenbolê ya BDP'ê û Dayikên Aştiyê, beriya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê li Meydana Galatasarayê dest bi nobeta aştiyê ya wê heta sibê dom bike kirin.
Di çalakiya Nobetê de Hevserokê BDP’ê yê bajêr Emrullah Bîngul, rêveberên BDP’ê, Dayikên Aştiyê û TUAD’ê ya ji hukûmetê re banga gav biavêje dubare kirin.
Pankartên “Hukûmet gav biavêje”, “Em şoreşa Rojava silav dikin” di nobeta aştiyê de hatin vekirin û Hevserokê Bajêr Emrullah Bingul axaftinek kir.
Bîngul ragihand ku wê Roja Aştiyê ya Cihanê 1’ê îlonê bi tevlîbûna 100 hezaran pêşwazî bikin û diyar kir ku di wê rojê de wê ligel girseya rêxistinên demokratîk li Kadikoyê meşa aştiyê pêk bînin.
Bîngul di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku îro nobeta aştiyê ya ku ew ligel Dayikên Aştiyê pêk tînin ji bo meşa bi heybet destpêkeke û destnîşan kir ku pêwîst e hukûmet vê peyamê baş fêm bike.
JI BO ÇARESERÎ BIGIHÊJE ENCAMÊ GAV BIAVÊJIN
Bîngul anî ziman ku girîngiyeke din a Roja Aştiyê ya Cîhanê 1’ê Îlonê heye ku peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di Newroza dîrokî ya Amedê ya pêvajoya Rizgariya Çareseriya Demokratîk daye destpêkirin, wê diyar bibe ka wê bigihêje çareseriyê yan na.
Piştî 8 mehên ku pêvajoya çareseriyê destpê kir, şerê ku 35 salan dewam dikir bi dawî bû, xebera mirina leşkerekî yan jî gerîlayekî heya niha nehatiye û wiha dewam kir, “Em dixwazin ev pêvajo heya dawiyê berdewam bike. Rêya vê tenê di gavavêtina hukûmetê re derbas dibe. Divê hukûmet gav biavêje ku, rojên biêş careke din paşde neyên. Em jî tenê bi vê boneyê îro ligel Dayikên Aştiyê heya sibê nobeta aştiyê digirin.”