Li Metzê ji bo Roboskî û Mereşê çalakî
Li Metzê ji bo Roboskî û Mereşê çalakî
Li Metzê ji bo Roboskî û Mereşê çalakî
Li Ewrûpayê çalakiyên protestokirina komkujiya Mereş û Roboskiyê didomin. Li paytexta herêma Lorraine ya Fransayê Metzê girseya ji Elewiyan, Kurdan û komeleyên çepgiran pêkdihatin komkujî prostesto kirin.
Meşa ku li bajarê Metzê bi sedan kes beşdarî bûyî de bi hevkariya Meclisên Gelê Kurd yên Metz û Saint Avold, Navenda Çanda Elewiyan a Metz, Navenda Çandî ya Anadolê, Komeleya Karkerên Tirkiyê a Metzê û Tevgera Jinên Kurd ve pêkhat.
Di çarçoveya çalakiyê de li qada Republique a navenda bajêr de nêzî 300 kesan hatin cem hev û dest bi maşa bi meşaleyî kir. Di meşê de bi zimanê Fransî sloganên weke “ Dewleta kujer wê hes bide”, “Bimre faşizim” hatin avêtin. Di meşê de al û dîwûzên li ser dîmenên Roboskiye li ser hatin rakirn. Di pêşita meşê de pankarta bi zimanê Fransî ya li ser “Tirkiyeya kujerên 35 sivîlan wê hesaban bide” hatî nivîsan baldikêşand. Çalakgeran belavûkên ji bo kumkujiya Roboskiyê û Mereşê hatîn amadekirin li derdor belavkirin.
Piştî meşê dîsan li qada Republiqueyê kombûn û mîtîngek dem kurt pêkanîn. Di axivtinên li vêderê hatîn kirin de, hat destnîşan kirin ku kesên ku kumkojiya Mereş û Roboskiyê pêkanîn heman zîhniyetin û divê têkoşînekî hevpar li dijî bê meşandin.
Li milêdin, endamên Tevgera Jinên Kurd a Metzê ta diwiya meşê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan îmze komkirin.