Li Mêrsînê serê sibehê hemwext di ser gelek malana de girtin û yek jê astengdar, herî kêm yek jê zarok bigiştî 13 kes hatin binçavkirin.
Operasyona li navçeya Akdenîz û Toroslar yên navenda Mêrsînê hatin kirin. Polîsên ku di demjimêr 05.00’an de di ser dehan malan de girtin bi îdîaya ku, “tevlî xwepêşandanê korsan bûne” û “endamên rêxistinê ne” 13 kes hatin binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin, piştî kontrola tenduristiyê birin Midûriyeta Polîsan ya Mêrsînê.
Serdegirtinên malan li taxên Kurt Alî û Şevket Sumer yên Torosê pêkhatin, yek jê zarok 8 kes hatin binçavkirin. Ji vana navê 7 kesê hatine zanîn wiha ne: Cîhan Kokbalik, Seyîthan Akdogan, Yener Aydin, Ozgur Bozkurt, Sedat Sarihan, Sînan Acar, H.A.(16), hate ragihandin ku, ciwanê bi navê Yener Aydin astengdare.