Li Mêrsînê polîsan mudaxaleyî girsê kir û 7 kes binçav kirin

Li Mêrsînê polîsan mudaxaleyî girsê kir û 7 kes binçav kirin

Li Mêrsînê girseya ku komkujiya Roboskî şermezar kir, rastî mudaxaleya polisan hat. Di mudaxaleyê de 7 kes hatin binçavkirin.

Koma ku li taxa Şevket Sumerê ya Akdenîza Mêrsînê li hev kom bûn, komkujiya Roboskiyê şermezar kir. Girseya ku komkujî şermezar kir û xwest meşê pêk bîne rastî mudaxaleya polîsan hat. Di mudaxaleya polîsan de 4 polîs bi molotofên komê birîndar bûn. Polîsan ku zarok jî dinavde 7 kes binçav kirin. 7 kesên hatin binçavkirin birin midûriyeta polîsan a Mêrsînê.