Li Mersînê polîsan êrîşê girseyê kir

Li Mersînê polîsan êrîşê girseyê kir

Bi hezaran kesan li Mersînê Serokwezîr Recep Tayyip Erdogan û êrîşa polîsan a li Parka Geziyê şermezar kir. Bi hezaran kesên çalakî pêk anîn rastî êrîşa tund ya polîsan hat. Bûyera di navbera polîs û çalakvanan dest pê kir berdewam dike.

Serokwezîr Recep Tayyip Erdogan xwest beşdarî vekirina 17'emîn Olîmpiyatên Akdenîzê ku saet di 17.30'an de dest pê bikira bibe. Lê bi hezaran kesên li hev kom bûn hatina Serokwezîr Erdogan û mudaxaleyên polîsan ên li dijî berxwedanên Parka Geziyê şermezar kirin. Beriya ku Serokwezîr Erdogan bê Mêrsînê bi hezaran kesên li ber Navenda Dan û Stendinê ya Formê kom bûn, di elehê Serokwezîr Erdogan û hikûmeta AKP'ê de silogan berz kirin. Girsê di çalakiyê de pankartên "Em li dijî Faşizmê di ber xwe didin" û "Em ji bo Azadî û Demokrasiyê li Mêrsînê halanan hildidin" vekirin. Girsê dowîz û wêneyên kesên ku di bûyerên Parka Gezide jiyana xwe ji dest dan û mudaxaleyên polîsan rakirin. Girsê li ser wêneyan "polis dikuje' û "Her der Taksim, her der berxwedan" nivîsandin. Koma xwest heta navenda Dan û Stendinê KÎPA bimeşin rastî astengiya polîsan hatin. Polîsan jibo meşa girsê asteng bike derdorê Formê pêçan bi TOMA'yan pêşiya girsê girtin. Girsê li hemberî astengiya polîsên çevîk û TOMA'yan bê navber siloganên "Her Der Taksim her der berxwedan" berz kirin. Çapemeniya biyanî ku hatin lîstikê bişopînin jî bi baldarî çalakî şopandin. Helîkopteran jî bi nizmî di ser girsê re fira nizm kir û gef li girsê xwar.

Saet di 17.00'an bi hezaran çalakvanên ku li hev kom bûn, ji ber Formê dest bi meşê kirin û xwestin barîkata polîsan ji pêş xwe rakirin. Polisan jî bi bombeyên gazê û TOMA'yan mudaxaleya hişk pêk anî. Li gel ku polîsan bi bombe û TOMA'yan mudaxale kir jî girse belav nebû û çalakiya xwe berdewar kir. Bi mudaxaleya polîsan re bûyer dijwar bû. Şerê di navbera polîs û girsê de berdewam dike. Di mudaxaleya ku polîsan ava îsotê û bi sedan bombeyên gazê bikar anî de gelek kes birîndar bûn. Bûyer berdewam dikin.