Cenazeyê Nûnera Tevgara Ciwanan a kurd ku li Parîsê hat qetilkirin, ji aliyê 100 hezar welatiyan ve hat definkirin.
Duh piştî merasima bi heybet a li Aemdê cenazeyê Leyla Şaylemez ji bo bişînin Mêrsîne bi karwanê ku ji sedan maşine pêk dihat ji navçeya Hewagê ya Rihayê ber bi Mêrsîne ve birê kirin. Cenazeyê Şaylemez şevê din li navçeya Ceyhanê hat rawestandin. Serê sibê ji aliyê karwaneke ku ji sedan maşîne pêk dihat ber bi Edeneyê ve hat rêkirin. Welatî serê sibê Mizgefta Eyûbiyê ya li taxa Kuçuk Kirimê kom bûn û sirûda "Çerxa şoreşê" xwendin. Girsê bê navber sloganên lehê PKK'ê û Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan berz kir. Girsê pankarta mezin a wêne û nivîsa "Dijîn" li ser nivisandibû vekirin. Girsê dîsa posterê 3 jinan û ala PKK û konfederalizmê vekirin. Karwana ku parlamanterên BDP'ê jî di navde ji sedan maşîyan pêk dihat ber bi Edeneyê ve birê ket.
Li taxên Kuçukdîkîlî, Şakîrpaşa, Ova, Uçak, Daglioglu, Gulbahçesi, Karasu, Anadolu, Barbaros, 19 Mayis, Denîzlî yên navçeyên Seyhan û Yuregirê dikanên xwe venekirin. Dîsa li taxên Demirtaş, Şevket Sumer, Guneş, Yunuktepe, Yenîpazar, Sîteler, Çay û Çîlekê yên Toroslar û Akdenîzê welaityan dikan venekirin. Li navçeya Tarsusa Mêrsîne jî piraniya welatiyan dikanên xwe venekirin. Cenazeya Leyla Şaylemez piştî li Edeneyê bi girseyî hat pêşazikirin bi karwanek herî mezein birin Tarsûsê û ji Tarsûsê jî birin Navçeya Toroslarê ya Mêrsînê. Cenaze piştî nimêja înê li Goristana Guneykentê ya Mêrsînê ji aliyê zêdeyî 50 hezar kesan ve hat definkirin.
Zêdeyî 100 hezar welatî karwanê ciwana kurd a siyasetmedar Leyla Şaylemez li Toroslara Mêrsînê pêşwazî kir û bi merasimek heybet oxir kirin. Cenaze ji aliyê nêzî 100 hezar welati ve li taxa Mevlana hat pêşwazîkirin û birin Mizgefta Nurê ya Kurtaliyê. Girsê li vir bi pankarta "Bi milyonan kurd di riya we di dimeşin", "An bi Rêbertiyê re jiyanek azad, an jî qet" û "Soza me soz e em dê bi doza we re sadiq bin" vekirin û dowizên "Em komkujiyê şermezar dikin", "Êm hemû Leyya ne" rakirin. Girsê bê navber siloganên "Biji Serok Apo", "Bê Serok jiyan nabe", "Şehid namirin" û "Ey şehid riya te riya me ye" berz kirin. Di merasimê de alên PKK û Posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatin kirin.
Piştî wecîbeyên olî li mizgefta Nûrê pêk hatin, cenaze danin ser milê xwe û bi qasî 6 kîlometreyan heta Goristana Guneykentê meşiyan. Girsê di meşê de alên PKK'ê û rengên kesk, sor û zer bilind kirin. Polîs û rayedarên dewletê merasima cenaze li jor bê navber bi helikopterê şopand. Di merasimê de Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattin Demirtaş, Parlamenterên BDP'ê Şaredar û rêveberên BDP'ê û nûnerên saziyên sivîl ên civaki jî amadebûn. Di merasima cenaze de axaftin hatin kirin.
Bavê Leyla Şaylemez Cumali Şaylemez, bang li jinên qada merasimê kir û xwest ji bo keça wê û 3 jinên kurd bilîrînin. Şaylemez ani ziman ku keça wî bûk û hemû girse berbûk in û wiha got: "Bila hemû jin bilîrinin. Serokwezîr Tayip Erdogan her carê dibêje 'Em dêterorê xelas bikin' 8 zarokêm nin û 7 neviyê min hene. Heta niha min tu carî şer nexwest. Leyla gule berneda tu kesî. Lê dîsa dengê aştiyê nebihîst. Ger ku dengê aştiyê nebihîze dê 14 zarokên min rahêlin çekê û şer bikin. Dibêjn em hêsirê çavan naxwazin. Ma kurd çiqas dixwazin hêsirên çavan bên rijnadin. Dema leşkerek te kuştin em pir qemgîn dibin. Kurt tu car nebûn terorîst û dê tu carî nebin terorîst. Ger ku keça min leyla terorist e ez jî terorist im. Ger ku ji bo daxwaza xwe ya nasnameyê terorîstim em heta dawî terorîst in.
Piştre Hevserokê Giştiyê BDP'ê Selahattin Demirtaş, diyar kir ku gelê kurd bi sedsalan in li ser axa xwe ji bo mafê xwe û aştiyê şer dikin û dê heta dawî di vî mafê xwe yê rewa de israr bikin. Demîrtaş, anî ziman ku pirsgirêk ne yakurdan e û pirsgirêk ya kesên dengê kurdan ên aştiyê nabihîze ye. Demîrtaş, da zanîn ku kurd hner tim dixwazin pirsgirêkê bê êş, kuştin û hêsirê çavan çareser bikin û wiha got:
"Me di mîtîng, meş û xwepêşeandanan de bi milyonan canan qerînên xwe bilind kir. Me her tim xwest pirsgirêkê bi diyalog û muzakereyan pirsgirêkê çareser bikin. Li gel gelê kurd 40 hezar mirovên xwe winda kirin û di şerê 30 salan de dîsa kurd tên qetilkirin û rastî îşkenceyê tên. Hevalên me Leyla, Fidan û Sakîne ji bo aştî û azadiyê şer dikirin. Em dê li doz û têkoşîna wan xwedî derkevin.
Demîrtaş, anî ziman ku ew dê heta dawî ala wan bilind bikin û têkoşîna wan berdewam kirin. Demîrtaş, xwest hevdîtinên li Îmraliyê vegerînin diyalog û muzakereyê û vê firsetê ji dest nerevînin. Demîrtaş, destnîşan kir ku Îmralî, gelê kurd û partiya wan her tim ji aştiyê û diyalogê re amade ne, lê hikûmet ne amade ye û aştiyê naxwaze.
Demîrtaş, da zanîn ku hevdîtinên bi Ocalan re tên kirin tên astengkirin û ev daxwaza kesên aştî û çareseriyê naxwaze ye. Demîrtaş, xwest astengî û tecrîda li ser Ocalan bi dawî bibe û pêvajoya aştî û diyalogê dest pê bike.
Cenazeyê Leyla Şaylemez bi sloganên Şehîd mamirin ji aliyê 100 hezaran kesan ve hat definkirin. Girse pişt re derbasî Mala Sersaxiyê ya ji aliyê Rêxisitna BDP'ê ya Yenişehirê vekiriye bûn.