Li Mersînê ji bo girtiyên nexweş meş

Li Mersînê ji bo girtiyên nexweş meş

Li Mersînê, bi meşekê hat xwestin girtiyên nexweş serbest werin berdan.

Li navçeya Mersîn Akdenîzê, der heqê rewşa girtiyên nexweş ên li girtîgehan de çalakiyek hat lidarxistin. Li gel Şaredarê Akdenîzê M. Fazil Turk, endamên meclîsa şaredariyê, girseya gel li ber Nûneriya BDP'ê ya li Taxa Çîlekê li hev kom bû û xwest ber bi Girtîgeha Tîpa E ya Mersînê ve bimeşe. 

Lê belê, girseya gel ji aliyê polîsan ve bi maşînên zirxî û TOMA'yan hat rawestandin. Astengiya polîsan li nerazîbûna girseyê rast hat û di encama hevdîtinên navbera endamên BDP'ê û rayedarên polîsan ên saet û nîvekê de, astengiya polîsan hat rakirin û girseya gel ber bi Girtîgehê ve meşa xwe dewam kir.

Girseya gel li vir bi qasî nîv saetê çalakiya rûniştinê pêk anî û li vê derê Serokê ÎHD'ê Şaxê Mersînê Alî Tanriverdî, Şaredarê Akdenîzê M. Fazil Turk, li ser navê ESP'ê Huseyîn Gur û Hevserokê BDP'ê yê Mersînê Halîs Ernarîncî axaftin kirin.

Axaftvanan dan xuyakirin ku li girtîgehên Tirkiyê girtiyên nexweş hene ku di her kêliyê de dikarin bi mirin û seqetbûnê re rû bi rû bimînin. Axaftvanan destnîşan kirin ku yek ji pêş şertên rêveçûna pêvajoya aştî û demokrasiyê, serbestberdana girtiyên nexweş e.

Piştî daxuyanî û axaftinan, bi sedan beşdarên çalakiyê ji ber Girtîgeha Tîpa E ya Mersînê veqetiya û dawî li çalakiya xwe anîn.