Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di 21’ê Çileyê de li Amedê dest bi 'Hevdîtinên Nan û Kar' kiribû. Hevdîtin piştî Îzmîr û Wanê li Mersînê dewam dikin. Heyeta HDP'ê beriya hevdîtinên ku 3 rojan bidomin li avahiya Rêxistina HDP’ê ya Mersînê civîna çapemeniyê li dar xist. Cîgirê Hevserokên Giştî yê HDP’ê yê ji Komîsyona Aboriyê Berpirsyar Garo Paylan, Cîgira Hevserokên Giştî ya HDP’ê ya ji Komîsyona Kedê Berpirsyar Şaziye Kose, Cîgirê Hevserokên Giştî yê HDP’ê yê ji Komîsyona Ekolojiyê Berpirsyar Nacî Sonmez, Hevberdevka Komîsyona Ekolojiyê ya HDP'ê Menekşe Kizildere, Hevberdevkê Komîsyona Polîtîkayên Tenduristî û Civakî Samet Menguç, Parlmenterên HDP’ê Serpîl Kemalbay, Erol Katircioglû, Necdet Îpekyuz û Ridvan Tûran beşdarê civînê bûn.
'EM Ê PIRSGIRÊKAN BIXIN ROJEVA MECLÎSÊ'
Di civînê de Hevberdevka Komîsyona Ekolojiyê Menekşe Kizildere axivî û diyar kir ku wê li pirsgirêkên gelê MErsînê guhdarî bikin û anî ziman ku pirsgirêkên heyî wê bixin rojeva Meclîsê û hewl bidin çareser bikin.
Menekşe diyar kir ku ji ber pandemiyê li welêt qeyraneke mezin heye û got: "Mirov êdî nikarin pêwistiyên xwe yên bingehîn bistînin. Qeyrana ekolojîk heye. Desthilata ku tercîhên xwe yên budçeyê ne guhertin zilmê li gel dike. Sermayeyê êrîşî çavkaniyên gel kirin û xesp kirin. Qeyrana xizaniyê kurtir bû. Razemeniyên nukleerê ên tu pêwistî pê nînin kê dewlemend dikin?"
'BUDÇE JI ŞER RE TÊ VEQETANDIN'
Parlamenterê HDP’ê yê Êlihê Necdet Îpekyuz jî derbarê qeyrana aboriyê de wiha got: "Gelê Tirkiyeyê xizan e. Bêkarî zêde dibe. Mirov xwe dikujin. Divê ji budçeyê sedî 90 ji gel re were veqetandin. Lê ev budçe ji şer re tê veqetandin."
SANTRALÊN NUKLEER
Îpekyuz da zanîn ku wê guh bidin xelkê û got, "Di pêvajoya pandemiyê de hemû beşên kar perîşan bûn. Hikumetê got wê piştgiriyê bikin lê alîkariya dikandaran nekirin. Pirsgirêka jinê heye. HDP wê bibe dengê van pirsgirêkan."
Îpekyuz derbarê Santrala Nukleerî de ya li devera Akkûyû ya navçeya Gulnara Mersînê de jî hatiye avakirin wiha got: "Divê santralên nukleerê ne tenê li Tirkiyeyê li cîhanê tune bin. Cîhan ji santralên nukleer dûr dikeve lê li Tirkiyeyê razemenî tên kirin. Di santralên nukleer de tu berjewendiyê mirovan nîne. Ev hem bi ekolojî hem jî bi awayê tenduristî zirar e. Avakirina santralê ne hiqûqî ye. Ev zilm e."
Şandeya HDP'ê piştî civînê wê heta êvarê li bajêr serdanên xwe bidomînin.