Li Mersînê girtin û li Enqereyê binçavkirin
Li Mêrsînê 3 kes hatin girtin û li Enqereyê jî 7 kes hatin biçavkirin.
Li Mêrsînê 3 kes hatin girtin û li Enqereyê jî 7 kes hatin biçavkirin.
Li Mersînê bi îdîaya ku têkiliya wan bi teqîna 17’ê Cotmehê re ya li Xaçerêya Dîkenlîyolê ya Bulvara Okan Merkezcî ya Yenîşehîrê ya Mersînê re heye 3 kes hatin girtin.
Mehmet Turmak, Zumerat Turmak ên ku li Amedê hatin binçavkirin û anîn Mêrsînê û her wiha Gulcan Kandemîr a ku li Mersînê hatî binçavkirin piştî emniyetê ew derxistin dadgehê û bi îdîaya ku endamên rêxistinê de hatin girtin.
ENQERE
Her wiha li Enqereyê jî di çalakiya Kolana Yukselê de jî 7 kesên ku bi mebesta destekê bidine çalakiya Nûriye Gulmen û Semîn Ozakça hatin binçavkirin.
Dema ku hatin binçavkirin polîsên Tirk êrîş birin ser çalakgeran, li wan xistin û pankarta dest çalakgeran qetandin.