Li Mêrsînê gelek kes hatin destgîrkirin
Li Mêrsînê gelek kes hatin destgîrkirin. Li Mêrdînê jî hevşaredarên ku hatibûn destgîrkirin, ew derxistin dozgeriyê.
Li Mêrsînê gelek kes hatin destgîrkirin. Li Mêrdînê jî hevşaredarên ku hatibûn destgîrkirin, ew derxistin dozgeriyê.
MÊRSÎN
Li Mêrsînê di operasyonên qirkirina siyasî de nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê Mehmet Firat Oksuz jî di nav de gelek kes hatin destgîrkirin. Hate diyarkirin ku heta 24 saetan hatiye qedexekirin ku parêzer biçin serdana wan.
Hate diyarkirin ku di nav kesên hatine destgîrkirin de Yahya Yel, Hasan Yel, Abdulvahab Eren û Cîhan Vûral jî hene.
MÊRDÎN
Hevşaredara Stewrê Gulistan Oncu, Hevşaredara Şemrexê Nalan Ozaydın û Hevşaredara Dêrikê Mulike Esmez ên HDP’yî û 4 xebatkarên şaredariyê di 15’ê Mijdarê de hatibûn destgîrkirin. Her sê hevşaredarên ku 12 rojan di nezaretxaneyê de mabûn û xebatkarên şaredariyê birin Dadgeha Mêrdînê.