Li Mêrsînê di serdegirtina malan de 3 kes hatin binçav kirin
Li Mêrsînê di serdegirtina malan de 3 kes hatin binçav kirin
Li Mêrsînê di serdegirtina malan de 3 kes hatin binçav kirin
Li Mêrsînê polîsan bi ser gelek malan de girt û bi hinceta tevlî çalakiyên Parqa Gezî bûne 3 kes binçav kirin. Polîsan bi boneya îfadeyê bidin jî bang li 15 kesan kir û xwest ifade bidin Midûriyeta Polîsan a Mêrsînê.
Li Mêrsînê bi hinceta tevlî çalakiyên Parqa Gezî bûne 3 kes hatin binçavkirin. Polisan serê sibê bi ser mala M.K, A.Y. û E.S. de girt û lêgerîn pêk anî. Polîsan pişti lêgerîna li malan 3 kes binçav kirin u birin midûriyeta polîsan a Mêrsînê. Polîsan bi heman hincetê bang li 15 kesan kir û xwestin biçin li Midûriyeta Polîsan a Mêrsînê îfadeyê bindin.