Li Mersînê 5 kes hatin girtin
Li Mersînê 5 kes hatin girtin
Li Mersînê 5 kes hatin girtin
Li Mersînê 5 kesên ku 14’ê Tebaxê di serdegirtinên malan de hatibûn binçavkirin ji aliyê dadgehê ve bi sedema "Endamê rêxistinê û li ser navê rêxistinê sûckirin” hatin girtin.
Polîsên girêdayî Muduriyeta Emniyeta Mersînê di 14’ê Tebaxê de li Taxa Şevket Sumer a navçeya Akdenîz girtibûn ser gelek malan. Di serdegirtinên malan de kesên bi navê A.T., A.Ç., B.C., C.D ve M.D. hatibûn binçavkirin. 5 kesên ku hatibûn binçavkirin piştî karûbarên wan ên li Şaxa Têkoşînê ya bi Terorê re şewqî Edliyeya Edeneyê hatin kirin.
A.T., A.Ç., B.C., C.D ve M.D. ên ji aliyê dozgeriyê ve îfadeya wan hat girtin bi sedema “Endamê rêxistinê û li ser navê rêxistinê sûckirin" sewqî dadgehê hatin kirin. Dadgeh bi heman sedeman biryara girtina her pênc kesan da û ew şandin Girtîgeha Sergirtî ya Tîpa F a Kurkçuler.