Li Mersînê 4 kes hatin binçavkirin

Polîsan bi ser konê aktîvîstên DEM-GENÇ'ê li Mêrsînê di çarçoveya kampanyaya "Xwedî Derkeve" vekirin de girt û 4 kes darpkirin û binçavkirin.

Polîsan bi ser konê aktîvîstên DEM-GENÇ'ê li Mêrsînê di çarçoveya kampanyaya "Xwedî Derkeve" vekirin de girt û 4 kes derbkirin û binçavkirin.

Polîsan nîvê şevê bi ser konê aktîvîstên DEM-GENÇ'ê li Taxa Mevlana ya navçeya Toroslar a Mêrsînê di çarçoveya kampanyaya "Xwedî Derkeve" vekirin de girt. Hate ragihandin ku gelek polîs ketin nav kon, bi pihînan ciwan hişyarkirin û serê jinên ciwan li hesinê kon dan. Polîsan bi copan ciwanên li kon derb kirin û ciwanên bi navê Engîn Bayhan, Serhat Tuncer, Sedat Kayıs û ciwanê bi navê Halîl ê ku piştnavê wî nehate zanîn binçavkirin. Hate hînbûn ku 4 ciwanên hatin binçavkirin birin Midûriyeta polîsan a Mêrsînê.