Li Mersînê 3 jê zarok 5 kes hatin girtin

Li Mersînê 3 jê zarok 5 kes hatin girtin

Li Mersînê, 3 jê zarok 5 kesên bi îdîaya molotof avêtine Qereqola Polîsan a Sîteler a Taxa Şevket Sumerê hatin binçavkirin, hatin girtin.

Li Mersînê piştî çalakiya molotofan a li hemberî qereqola polîsan a li taxa Şevket Sumerê, 3 jê zarok 5 kes di rojên 12-13'ê de di serdegirtinên malan de hatin binçavkirin. 

Yên hatin binçavkirin, piştî kar û barên li emniyetê derketin pêşberî edliyê. Piştî wergirtina îfadeyan li dozgeriyê, her pênc kes bi daxwaza girtinê radestî dadgeha nobedar hatin kirin.

Zarokên bi navê A.E (17), R.K (15) û Y.E (16) û welatiyên bi navê R.A (19) û O.K. (20) hatin girtin û radestî girtîgehê hatin kirin.