Li Mêrsînê 1 ducanî 1 astengdar 6 kes hatin destgîrkirin

Ji bo dosyaya 6 kesên ku berî niha 3 rojan li Mêrsînê di serdegirtina malan de hatibûn destgîrkirin, biryara sînordariyê hate danîn. Hate ragihandin ku ji kesên hatine destgîrkirin 1 jê ji sedî 52 astengdar û 1 jî ducanî ye.

Di çarçoveya lêpirsîna ji aliyê Serdozgariya Komarê ya Mêrsînê ve dihate birêvebirin de, di serdegirtinên 9’ê Hezîranê de Alî Bîlen, Sohbet Aslan, Îlham Yukol, Hebûn Yuksekdag, Dîlan Demîr û Cejna Sarûhan hatibûn destgîrkirin. Kesên bi îdîaya ‘endamtiya rêxistinê’ hatibûn destgîrkirin li Fermandariya Jendarmeyan a Bajar tên ragirtin û hê jî îfadeya wan nehatine girtin.

Biryara sînordariyê ji bo dosyaya wan hate danîn. Serlêdana parêzeran a li dijî biryarê ya ji bo 2’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrsînê jî bê ku hincetek bê nîşandan hate redkirin.

Li aliyê din hate zanîn ku Sobhet Aslan ducanî û Îlham Yukol jî ji sedî 52 bi fîzîkî astengdar e.