Li Merîwanê mayîn teqiya 7 zarok birîndar bûn
Li Merîwanê mayîn teqiya 7 zarok birîndar bûn
Li Merîwanê mayîn teqiya 7 zarok birîndar bûn
Li gundê Nişkaşî yê girêdayî Merîwanê yê Rojhilatê Kurdistanê mayinek teqîya û di encamê de 7 zarok birîndar bûn.
Duh piştî nîvro di saet 16.00’ê de li gundê Nişkaşî yê Merîwanê li nêzîkê navendek ya leşkerî ya rijêma Îranê mînek teqiya û di encamê de 7 zarok bi giranî birîndar bûne. Hate zanîn ku zarok li wêderê dema di leyîstin mîn teqiyaye, zarokên ku birîndar bûne dinavbera temenên 6-11 salî dene.
Li gorî agahiyên ku ji herêmê bi dest ketine zarokên ku birîndar bûne rakirine nexweşxaneyên Buelî Sinay Merîwan û hinek ji wan jî veguhestine nexweşxaneya bajarê Sine. Hate zanîn ku yek ji zarokên birîndar binavê Geşîn Kerîmî lingekê xwe wenda kiriye.
Navê zarokên ku di navbera temenê 6-11 salî de birîndar bûne evin; Xebat Kerîmî 10 salî, Geşîn Kerîmî 11 salî, Sîna Rexş Behar 11 salî, Behnuş Ziyaî Muqedem 10 salî, Zana Pawe, Ala Pawe û Yasîn Dijaheng 6 salîne.
Hêjayî gotinêye li gelek deverên Rojhilatê Kurdistanê rijêma Îranê mîn çandine û salane gelek xelkên sivîl yên Rojhilatê Kurdistanê dibin qurbanê van mîna ne. Heya niha rijêma Îranê tu hewildanek ya wan ji bo paqij kirina van mîna ne nehatine kirin.