Nûçeya Lezgîn: Ji Rêber Apo banga dîrokî

Li Mereşê mudaxaleya polîs û leşkeran: 5 kes birîndar bûn

Li Mereşê mudaxaleya polîs û leşkeran: 5 kes birîndar bûn

Girseya ku xwestin biçin Gurgumê û komkujiya Gurgumê şermezar bikin di ketina Bajaroka Narliyê ya Gurgumê de rastî êrîşa leşker û polîsan hatin. Di êrîşa polîs û leşkeran de Seroka Şaxa Komeleya Çandê ya Pir Sultan Abdul ya Sarigaziyê Zeynep Yildirim giran bi tevahî 5 kes birîndar bûn.

Ji bo şermezarkirina komkujiya Gurgumê ya ku 34 sal berê pêk hat, girseyaku ji 9 bajarên derdorê hatin li Bajaroka Narli ya Gurgumê rastî astengiya polîs û leşkeran hatin rastî mudaxaleya polîs û leşkeran ya hişk hatin. Polîsan bi bombeyên gazê û ava şit mudaxaleyî girsê kir. Girseyê ev helwesta polîs û leşkeran bi sloganên "Hesapê komkujiya Gurgumê dê bê pirsîn", "Lie dijî faşîzmê mil bidin mil" û "Doza me dê bi ser bikeve" berz kirin. Girsê xwest bimeşin Cemxaneya Narliyê û xwest polîs û leşker barîkatê ji ser wan rakin. Lê dîsa polîsan bi bombeyên gazê û ava şit mudaxaleyî girsê kirin û destûr nedan meşê. Di mudaxaleyê de gelek kes ji ber bombeya gazê ji ser hişê xwe çûn.

Der barê mudaxaleya polîsan de Endamê Lijneya Rêveberiya Federasyona Elewî Bektaşiyan Adnan Ozdemîr, daxuyanî da û êrişa polîsan şermezar kir. Ozdemîr, anî ziman ku wan xwest daxuyanî bidin lê rastî êrîşa bombeyên gazê, ava şit û coban hatine û ev yek li dijî zagon û hiqûqê ye.

Di mudaxaleya polîsan de Seroka Şaxa Komeleya Çandê ya Pir Sultan Abdul ya Sarigaziyê Zeynep Yildirim giran birîndar bû. Seroka Komeleya Çandê ya Pîr Sultan Abdal a Yenîmahalle ya Enqereyê, Cevahir Canpolat, rêveberê komeleyê Turkan Akbiyik, Rêveberê Navenda Giştî yê Komeleya Çandê ya Pîr Sultan Abdal Alî Çîftçî û kesekî din jî ji gelek deverên xwe de birîndar bûn.