Li Mêrdînê li hember wesayîta zirxî çalakiya sabotajê

Gerîlayên HPG/YJA Starê li ser rêya Midyad-Hezexê li hember wesayîta zirxî ya Kobrayê çalakiyek sabotajê li dar xistin. Di çalakiyê de 2 leşker hatin kuştin, 3 jî birîndar bûn.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkîldarî çalakiyên gerîla û êrîşên dewleta Tirk daxuyanî weşand.

HPG’ê diyar kir ku gerîlayan li ser rêya Midyad-Hezexê çalakiyek sabotajê li dar xistine, wiha got: “10’ê Gulanê saet 11.30’an hêzên gerîlayên me li ser rêya Midyad-Hezexê li hember wesayîteke zirxî ya Kobra çalakiyek sabotajê li dar xistin. Di vê çalakiyê de 2 leşker hatin kuştin, 3 leşker jî birîndar bûn. Ev çalakiya ji bo bîranîna ciwanên ku di berxwedana Nisêbînê de şehîd ketine hate lidarxistin.”

Di daxuyaniya HPG’ê de wiha hate gotin: “10’ê Gulanê saet 09.00-10.30’an û 17.00-17.30’an li hember helîkopterên Skorsky ên ku hewl dan bi piştgiriya helîkopterên Kobra li girê Genîş ê li qada Şemzînan a Colemêrgê leşkeran deyne, gerîlayên me bi çekên giran çalakî li dar xistin. Di vê çalakiyê de helîkopterek Skorsky û yek Kobra hatin derbkirin. Her wiha, hêzên gerîlayên me li hember leşkerên li derdora girê Genîş kom bûn jî çekên giran bi kar anîn, lê hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatin zelalkirin.”

HPG’ê di berdewama daxuyaniyê de ev agahî parve kirin:

“10’ê Gulanê saet 17.00-19.30’an Hêzên gerîlayên me li ser rêya Mûş-Kop’ê kontrolên nasnameyan kirin, têkîldarî pêvajoyê agahî dan.

9’ê Gulanê saet 16.00-16.30’an hêzên gerîlayên me wesayîtek dozer a li derdora girê Kuroşîno yê li sînorê navçeya Qileban a Şirnexê rê çêdikirin bi çekên giran hedef girtin, dozer hate rûxandin. Di vê çalakiyê de hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatin zelalkirin.

11’ê Gulanê saet 08.00-08.30’an helîkopterek Kobrayê li girê Stûna yê li xeta sînorê herêma Metîna a ji Herêmên me yên Parastinê yên Medyayê da. Hêzên gerîlayên me bi çekên giran li vê helîkopterê dan û helîkoptera Kobra vekişiyaye.

10’ê Gulanê saet 11.00-12.00’an 2 helîkopterên Kobra li mintiqayên Nêkê û Girê Dîndar ên girêdayî qada Gabar a Şirnexê dane.

10’ê Gulanê saet 13.00-13.30’an, balafirên şer ên TC, mintiqayên Kurê Mizgeftê û Berekeskê yên girêdayî herêma Xakûrkê bombe kirin.”

GERÎLAYEKÎ JIYANA XWE JI DEST DA

HPG’ê di daxuyaniyê de têkîldarî gerîlayê jiyana xwe ji dest daye ev agahî da:

“10’ê Gulanê saet 10.00-18.00’an dema artêşa TC li derdora girê Leylek ê li sînorê navçeya Gever a Colemêrgê hewl dan xebatên rê bikin, hêzên gerîlayên me bi çekên giran çalakî li dar xistin. Di vê çalakiyê de hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatin zelalkirin.

10’ê Gulanê di encama îxbarekê de gerîlayekî mey ê li ser rêya Rihayê diçû wezîfeyê bi hêza operasyona artêşa TC re rû bi rû hat û şer qewimiye. Hevalê Herekol heta guleya xwe ya dawî bi lehengî li ber xwe daye û gihiştiye şehadetê. Nasnameya hevalê me yê şehîd wiha ye:

Nasnav: Herekol Mazî

Nav û Paşnav: Cuneyt Aydar

Cihê Jidayikbûnê: Sêrt

Navê Dayik û Bav: Meryem-Alî

Dîrok û Cihê Şehadetê: 10’ê Gulana 2016’an/Riha”

 

...