Li Melbourneyê coşa Newrozê

Li Melbourneyê coşa Newrozê

Li bajarê Melbourne yê Awûstralyayê Newroz bi coş hate pîroz kirin.

Kurdistanî û dostên wan yên li bajarê Melbourneyê jiyan dikin, îro cejna Newrozê di hewayekî mîhrîcanê de pîroz kirin.

Pîrozbahî di pêşengiya Komeleya Kurdistaniyên li Vîktoryayê hate li darxistin. Ji çarparçeyên Kurdistanê Kurd û dostên wan tevlî pîrozbahiyê bûn. Nêzî 600 kesan Newroz bi coş pîroz kirin.

Di pîrozbahiya ku destpêkê bi deqîqeyek rêzgirtina li ser giyanê kesên di tekoşîna azadiya Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dane destpê kir, Serokê Komeleya Kurdistaniyên li Viktoryayê Bahoz Deger, Nûnerê KNK’ê  Mîrza Ulus axaftinek kirin. Di axaftinên xwe de banga dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di Newroza 21’ê Adarê li Amedê kirî silav kirin û dane diyarkirin ku, li her derê cîhanê Kurd bi şîara ‘Rêber Apo’ li bûne yek beden.

Piştî axaftinên bi Kurmanci, Zazakî, Soranî, Îngilîzî û Tirkî, koma Kurd, Ermenî û Tamil ya dansê pêşandanek ya danê pêşkêş kirin.

Pîrozbahiya Newrozê bi stranên hemû zaravayên Kurdî hatin gotin û bi girêdana govendê bidawî bû.