Li Melbourne ji bo Kobanê rê li trafîkê hatin girtin
Li Melbourne ji bo Kobanê rê li trafîkê hatin girtin
Li Melbourne ji bo Kobanê rê li trafîkê hatin girtin
Li bajarê Avustralya Melbourne bi rêxistinkirina Înîsiyatîfa Ciwanên NAV-KURD meşek hat lidarxistin. Di meşa ku nêzî hezar kes tevlî bûn ciwanan rêyên navenda bajêr li trafîkê girtin û bêdengiya navneteweyî ya li hemberî êrîşên çeteyên DAIŞ ên li hember Kobanê şermezar kirin.
Li bajarê Avustralya Melbourne ji bo xwedîderketina li berxwedana Kobanê ji roja Sêşemê vir ve çalakî tên lidarxistin. Piştî axaftin û mîtînga li Qada Federasyonê heya Pirtûkxaneya Eyaletê meşek hat lidarxistin. Tevahiya meşê ciwanan rêyên mezin ên bajêr li trafîkê girtin, xwedî li berxwedana Kobanê derketin û bêdengiya li hemberî êrîşên çeteyên DAIŞ şermezar kirin.
Di mîtîngê de li ser navê Înîsiyatîfa Ciwanên NAV-KURD axaftin hatin kirin. Nûnerên Partiya Yekîtiya Sosyalîst a Avusturyayê jî diyar kirin di serî de gelê Kobanê û YPG, YPJ, hemû ciwanên Kurd ên li Kobanê li ber xwe didin ne bi tenê ne. Di tevahiya meşê de ji hikûmeta Avusturya hat xwestin helwest nîşan bide û alîkarî û destek bişîne.
Dirûşmayên “YPG, YPJ em ê her roj, li her cihî û hemû demê we destek bikin”, “Abbot bikeve tevgerê, pêwîstiya Kobanê bi parastinê heye”, “Bijî Kobanê”, “Bijî YPG, YPJ”, “Bêdengiya we dibe sedema li Kobanê komkujiyê”û “Bêdengiya we hêz dide DAIŞ.” Avustralyayiyan jî destek dan meşê.
Di heman saetan de li bajarên Sydney, Perth, Adelaîde jî çalakî hatin lidarxistin.