Li Meclisa Tirkiyeyê tezkereya şer a 'Sûriyeyê' tê nîqaşkirin
Li Meclisa Tirkiyeyê tezkereya şer a 'Sûriyeyê' tê nîqaşkirin
Li Meclisa Tirkiyeyê tezkereya şer a 'Sûriyeyê' tê nîqaşkirin
Li Meclisa Tirkiyeyê tezkereya şer ku têde tê gotin “Hêzên artêşa Tirk bişînin Sûriyeyê” tê nîqaşkirin. Tezkereya ku îmzeya Erdogan li bine, MHP piştgiriyê dike, lê BDP û CHP dê dengên ‘na’ bikar bînin.
Di Lijneya Giştî ya Meclisa Tirkiyeyê de tezkereya şer ya “Hêzên artêşa Tirk bişînin Sûriyeyê” û rayeya wê salek din dirêj bikin, her wiha bi îmzeya Serokwezîrê Tirk Recep Tayîp Erdogan 1’ê Cotmehê şandibû Meclisê, tê nîqaşkirin.
Di Lijneya Giştî de axaftina destpêkê Parlementerê MHP’ê yê Enqereyê Tugrul Turkeş girt û anî ziman ku, ew piştgiriya tezkereyê dikin. Wekîlê Koma BDP’ê Îdrîs Baluken jî da diyarkirin ku, ew dê dengê ‘na’ bikar bînin.
BALUKEN: AKP LI SÛRIYEYÊ ALIGIRÊ ŞERE
Baluken anî ziman ku, polîtîkayên Tirkiyeyê li hemberî Sûriyeyê bigiştî şaşin, di encama analîzên hatine kirin de jî îflas kiriye. Baluken got: “Em dizanin ji bo ev tezkereya şer li parlementoyê bêdeng dan prosedureke. Lê AKP bi polîtîkayên li Sûriyeyê dide meşandin, bûye alîgirê şer. Tişta îro tê kirin jî fermî kirina wê ye."
Baluken destnîşan kir ku, mixabin welatê me bi piştgirî dayîna çeteyên El Nusra ên girêdayî El Nusrayê ên ku li Sûriyeyê şerê navxweyî dikin, bûye aliyekê şer.
‘AKP’Ê HEWILDA KURDÊN ROJAVA BI AMBARGOYÊ TERBIYE BIKE’
Baluken bibîrxist ku, Kurdên Rojava bêy ku bikevin bin kontrola hêzên derve, hewil didin bi vîna xwe ya cewher rêveberiya xwe ya cewherî ava bikin. Baluken got: “Li dijî Kurdên Rojava ku bi hêza xwe ya cewherî ku netenê ji bo Kurdan, nîşanî hemû gelên Rojhilata Navîn da ku rêya sêyemîn mumkune, ew polîtîkayên dijminane nayêne qebûl kirin. Hikumeta AKP’ê destûr neda pêwîstiyên jiyanî ên herî bingehîn jî bêne pêşwazî kirin. Hewil daye Kurdên Rojava bibirçîbûnê terbiye bike. Piştî serdana Mislim ya Tirkiyeyê û bertekên Kurdên li Tirkiyeyê jiyan dikin, hêlaye qismek alîkarî derbaz bibe. Lê belê di her derbazbûnekê de em neçar mane telefonê vebikin.”
Baluken anî ziman ku, pêwîste zû korîdora alîkariya mirovî ji bo Efrînê vebe û ragihand ku, alîkariyên mirovî ên hatine komkirin da ji bo kes û saziyên li Rojava mexdûrên şerin bişînin Waliyê Rihayê asteng dike. Baluken got: “meclisên gel ên Rojava netenê ji Kurdan, ji Ereb, Tirkmen û ên ne Misilman pêktên. Pêwîste alîkariyê bi destê vana rabigihînin. Baluken diyarkir ku, ew bipratîkekî ku ev 5 mehe 2 ambulans û 2 aşan naşîne Rojava re rû bi rû ne. Baluken got: “Eger ev ne hiqûqa dijminahiyê be, bila birêz wezîr derkeve aşkera bike.”
CHP: PÊWÎSTÎ BI LIHEVHATINÊ HEYE
Li ser navê koma CHP’ê parlementerê Edeneyê Osman Faruk Logoglu axivî û got, polîtîkaya AKP’ê a Sûriyeyê ‘seqete’ û anî ziman ku, “Pêwîstiya welatê me bi şerê nû tuneye, bi aştî û li hevhatinê heye. Çareseriya Sûriyeyê ne tezkereya şere, pêwîste hikumeta AKP’ê serûbin polîtîkaya xwe ya Sûriyeyê biguhere.”