Li Marsîlyayê pêşangeha wêneyan a Rojava

Li Marsîlyayê pêşangeha wêneyan a Rojava

Li Başûrê Fransa bajarê Marsîlyayê, li ser Rojava pêşangeheke wêneyan hat vekirin. Wêneyên wênevanê Fransî Yann Renoult li Rojava kişand, duh tevahiya rojê li salona konserê ya Molotv a li semta Cours Jullienê hat nîşandan.

Wênevanê Fransî Yann Renoult, di semînera bi wesîleya pêşangehê hat lidarxistin de Şoreşa Rojava vegot. Renoult diyar kir ku ew sê caran çûye Rojava û got, "Di her çûyînê de min dît ku şoreş hinekî din kûr bûye."

Yann Renoult da zanîn ku divê her kes destekê bide şoreşê û got, "Gelek tişt hene ku em hemû ji vê modela siyasî ya bi pêşengiya îdeolojîk a Ocalan hîn bibin."

Pêşangeha ji aliyê Kolektîfa Antî Faşîst Nosotros û Navenda Civaka Kurdistanê ya Demokratîk a Marsîlyayê ve hat organîzekirin, wê şeş mehan li cihên cuda yên Marsîlyayê bê vekirin.