BI DÎMEN

Li Marsîlyayê di pêşengtiya Ciwanên Azad de ji bo Azadiya Ocalan meşek hat lidarxistin

Li bajarê Marsîlya yê Fransayê di pêşengtiya Ciwanên Azad de ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û silavkirina xwerêveberiyê meşek hat lidarxistin.

Kurdistaniyên li Qada Canabîere kom bûn, azadiya Ocalan qîr kirin. Kurdistaniyan di heman demê de êrîşên dewleta Tirk protesto kirin û berxwedana gelê Kurd jî silav kirin. Nêzî 2 hezar kes beşdarî çalakiyê bûn, qetlîamên li ser Kurdistanê şermezar kirin û hêz dan berxwedana gelê Kurd.

Gelek rêxistinên sosyalîst ên biyanî jî beşdar bûn. Kurdistaniyan alên Ciwanên Azad, PKK, PJAK,YPG/YPJ û KCK’ê hildan, li Vîeûx Portê çalakiya xwe bi mîtîngekê berdewam kirin.

Mîtînga bi rêzgirtinê destpêkir, bi axaftinên Ciwanên Azad, Navenda Civaka Demokratîk a Marsîlya û rêxistinên cuda yê ciwanên şoreşger ên Fransî berdewam kir. Di axaftinên li ser navê Ciwanên Azad hat kirin de, berxwedana xwerêveberiyan hat silavkirin, hat diyarkirin ku heta azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan pêk were, wê çalakiyan bidomînin.

Mîtîng bi helbestên şoreşgerî û dirûşman li qada Vîeûx Portê bi dawî bû.

...