Li Marsilya û Voralbergê Newroz hat pîrozkirin

Li bajarê Marsilya yê Fransayê û li eyaleta Varolberg a Avusturyayê Kurdistaniyan Newroz pîroz kir.

Kurdistanî û dostên wan ên li Fransayê dijîn Newroz bi rihê berxwedana Efrînê pîroz kirin.

Pîrozbahiya Newrozê li Salona Dawetê ya Place de Rose bi tevlîbûna nêzî 2000 hezar kesan hate kirin.

Li salonê wêneyên şehîdên têkoşîna azadiya Kurdsitan, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Öcalan û alayên YPG/YPJ’ê hate daliqandin.

Pîrozbahî ji bo bîranîna şehîdên azadiyê bi deqîqeyek rêzgirtînê dest pê kir. Piştre Hevserokên Navenda Civaka Demokratîk a Kurd Nezahat Şahin û Turan Akbal axivîn.

Piştî axaftinan pîrozbahî bi sînevîzyona axaftina Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mustafa Karasu dewam kir. Karasu di axaftina xwe de berxwedana Kurdistaniyên li Ewropa ji bo Efrînê dayî nîşandan silav ir.

Piştî nîşandana sînevîzyonê siyasetmedarê Kurd Hatîp Dîcle axivî û wiha got; “Efrîn îro rûmet û şerefa gelê Kurd temsîl dike. Eger em erdnîgariya Efrînê bi ya Tirkiyeyê re bînin berhev nabe 1 ji sediyê wê. Erdogan daxwaza vekirina qada hewayî ji Pûtin kir û got wê 3 rojan de Efrîn bikeve. Artêşa 10’emîn ya cîhanê û artêşa NATO’yê ya 2’emîn tevî tank, top û balafiran li dijî berxwedana şervanan 58 rojan bi zorê kete navenda Efrînê. Ji ber ku yên li Efrînê li ber xwe didan xwendevanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Öcalan bûn. Di hevdîtinên 2015’an de Birêz Ocalan rêveberiya Efrîn û gelê Efrînê hişyar kiribû. Gelê Efrîn û rêveberiya Efrînê 3 salan li herêmê gelek tunel çêkir û amadekarî kir. Berxwedana dîrokî encamên van amadekariyan bû.

Piştî axaftinan tîma folklorê ya jinên ciwan a Meclîsa Jinan a Arîn Mîrkan û tîma Fransiyan ku temenê wan di navbera 50-70 sal de bûn derketin ser dikê.

Di şeva pîrozbahiyê de koruya hunermendên TEV-ÇAND û Hozan Farqîn jî derketin ser dikê.

Pîrozbahî bi dirûşmeyên ‘Bijî Berxwedana Efrînê’ , ‘Bijî Serok Apo’ , ‘Bijî PKK’ û govendê bi dawî bû.

VORALBERG

Li Eyaleta Voralberg a Avusturyayê jî Newroz bi coşeke mezin hat pîroz kirin.

Wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alayên KCK, YPG, YPJ’ê li salona pîrozbahiyê hate daliqandin û bê navber dirûşmeyên pîştevaniya bi Efrîn û Ocalan re hate berzkirin.

Di pîrozbahiyê de Delîl Xidir, Dilyar Serêkaniyê, Koma Arîn û komên xwecihî derketin ser dikê.

Di pîrozbahiyê de axaftin hatin kirin û di axaftinan de qala berxwedana Efrînê hate kirin.