Li Marsîlya û Toulouse ji bo Kobanê meş

Li Marsîlya û Toulouse ji bo Kobanê meş

Li bajarên Marsîlya û Toulouse yên Fransa bi armanca xwedîderketina li berxwedana Kobanê û şermezarkirina bêdengiya civaka navneteweyî meşek bi girseyî hat lidarxistin. Li bajarê Bayonne jî bi tevlîbûna gelek rêxistinên Fransiz daxuyaniyek çapemeniyê hat dayîn.

MARSÎLYA

Li bajarê Marsîlya yê Fransa ji bo Kobanê meş hat lidarxistin. Meşa partî, sendîka û komeleyan destek kir ji aliyê 24 saziyan ve hat lidarxistin.

Ji bo bal kişandina ser dorpêça Kobanê û bangên alîkariya lezgîn li bajarê Marsîlya yê Fransa meşekî 3 hezar kes tevlî bûn hat lidarxistin. Meşa ji aliyê 24 partî, sendîka û rêxistinên civaka sivîl ve hat organîzekirin li Qada Canebîere destpê kir. Meşa heya Vîeux Port dewam kir, tevahiyê meşe dirûşmayên dilsoziya bi YPG, YPJ û berxwedana Kobanê re hatin gotin. Girseyê dovîzên bi nivîsa “Qatîl DAIŞ, hevalbend Tirkiye”, “DAIŞ dikuje, NY lê dinêre” hilgirtin.

Di axaftinên di mîtinga piştî meşê hat lidarxistin de, diyar kirin ku Kobanê di rewşeke krîtîk de ye û ji dewleta Fransa daxwaza alîkariya çekan a lezgîn hat kirin. Di axaftinan de hat diyarkirin divê dewleta Tirk û Erdogan dawî li siyaseta xwe ya durûtiyê bînin û desteka xwe ya ji bo DAIŞ teqez rawestînin û wiha dewam kir: “Ji her komkujiyek li Kobanê çêbibe wê dewleta Tirk berpirs bibe.”

Çalakî ji aliyê Partiya Komûnîst, Partiya Çepgir, Ensemble, Partiya Oksîtan û Anarşîstan, CGT, FSU, Sendîkayên Solîdaîre, komeleyên Berberî ya AFK13 û ZARÎ, Komeleya Mafê Mirovan, MRAP, Marîgnane, Avîgnon û Navenda Çanda Elewî ya Marsîlyayê, Navenda Civaka Demokratîk ya Marsîlyayê, Ciwanên Azad, Kolektîfa Margreb, Forumu Jinên Akdenîz, Kolektîfa Meşa Jinên Dinyayê, Komeleya Parol û Images, Komeleya Produksyona Kalî, Komeleya La Pastorale dest Migrants û Komeleya Rouge Vîfs ve hat organîzekirin.

TOULOUSE

Li bajarê Toulouse yê Fransa bi tevlîbûna hezaran kesî meşek hat lidarxistin. Di meşê de piştgiriya ji bo berxwedana Kobanê hat nişandan, li hemberî nêzikatiyên êrîşkar ên polîsên Fransa yên li hemberî çalakiyên piştgiriya ji bo Kobanê jî hat şermezarkirin.

Meşa ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk ya Toulouse ve hat organîzekirin, saet 16.00’an li Qada Capîtol bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Ji çar parçeyên Kurdistanê tevlî meş û mîtingê bûn. Dîsa Partiya Komûnîst a Fransa, Partiya Kapîtalîst a Nû, Eniya Çepgir, Hewldana Gelên Cîhanê û partiyên çepgir jî tevlî bûn.

Di mîtinga beriya meşê de ji Partiya Komûnîst a Fransa Pîerre Lacase axivî got ku çeteyên DAIŞ li Stenbolê bi rehetî tevdigerin û derbasî Sûriyeyê dibin.

Li ser nave Partiya Nû ya Antî-Kapîtalîst Pîerre Granet ku axivî, êrîşên polîsên Fransa şermezar kir û wiha got: “Em ên îro li vir kom bûne ji bo şervanên însaniyetê û azadiyê YPG û YPJ’ê yên ji bo gel û baweriyên din ên li Rojhilata Navîn diparêzin rêzdariya xwe pêşkêş dikin. Em ê bibin dengê YPG û YPJ’ê yê li Ewropa.”

Belavoka Rêxistina Komûnîst a Marksîst-Lenînîst hat xwendin. Di belavokê de hat diyarkirin rojava hevalbendê komkujiya ku li Rojava tê xwestin pêk bê ye.

Li ser navê KCD-E’yê axaftina hat kirin de wiha hat gotin: “Em YPG û YPJ’ê ya li Kobanê rûmet û însantiyê diparêze silav dikin. Bila hemû dinya vê baş bizane yê hevalbendiya bi DAIŞ re dike Erdogan e. Ger Kobanê bikeve wê Kurd her cihê lê dijîn bikin Kobanê. Wê dawiya DAIŞ li Kobanê destpê bike.”

Kolektîfa Antî-Emperyalîst jî diyar kir çekên îro DAIŞ li hemberî Kurdan bi kar tîne çekên emperyalîstên rojavayî ji bo Artêşa Azad a Sûriyeyê şandine.

Piştî axaftinan dest bi meşê kirin heya Qada Capîtol meşiyan. Di tevahiya meşê de dirûşmayên “Bijî berxwedana Kobanê”, “Kurdistan wê bijî, Kurdistan wê qazanc bike”, “Bijî piştgiriya navneteweyî”, “Her cih Kobanê, her cih berxwedane.”

BAYONNE

Li bajarê Bayonne yê Fransa Kurdistanî, Partiya Komûnîst a Fransa, Partiya nû ya Antîkapîtalîst, Sendîkaya Xebatên Giştî, derdorê sedan kesên ji Fransiz û Baskiyan pêk dihat ji bo xwedîderketina li berxwedana Kobanê daxuyaniyeke çapemeniyê hat lidarxistin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin divê xwedî li berxwedana Kobanê bê derketin û tundiya polîsên Tirk li hemberî Kurdan jî hat şermezarkirin.