Li Marsîlya û Freîbûrgê çalakiyê protestoyî

Li bajarê Fransa Marsîlyayê û li bajarê Elmanya Freîbûrgê, bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta AKP'ê yên li Kurdistanê çalakî hatin lidarxistin.

Li bajarê Fransa Marsîlyayê û li bajarê Elmanya Freîbûrgê, bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta AKP'ê yên li Kurdistanê çalakî hatin lidarxistin.

MARSÎLYA

Terora dewleta Tirk a li Bakurê Kurdistanê, li bajarê Fransa Marsîlyayê bi meşekê hat şermezarkirin.

Meş ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ve hat organîzekirin û bi qasî 2 hezar kes tevlî bûn. Di meşa saet di 14:00 de li meydana Castellane destpê kir de girseya gel bi qîrîna dirûşmên "Kujer Erdogan", "Terorîst AKP", "Şehîd namirin", "Bijî berxwedana Sûrê" heta Konsolosxaneya Tirkiyeyê meşiya.

Di meşê de belavokên li ser zilma dewleta Tirk a li Bakurê Kurdistanê hatin belavkirin Girseya gel a ku li cihekî 500 metre nêzî Konsolosxaneyê ji aliyê polîsan ve hat sekinandin, ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê deqeyek rêz girt. 

Piştre Hevberdevka Meclîsa Jinê ya Arîn Mîrkan a Marsîlyayê Nezahat Açikyuz li vir peyivî û anî ziman, ku dewleta Tirk li hemberî gelê Kurd şer îlan kiriye. Açikyuz got, "Dewlet vî şerî li dijî jin, zarok, pitik û extiyarên 70 salî dike. Bajarên me dişewitîne, dîroka me talan dike, nahêle em şîna miriyên xwe jî bigirin. Em nikarin li hemberî vê bêdeng bimînin, bêdengî hevpariya vî sûcî ye, bêdengî teslîmbûyîn e. Em ê li hemberî vê hovîtiyê bêdeng nemînin û heta operasyon werin sekinandin, heta KUrdistan azad bibe em ê li ber xwe bidin. Heta Serok Apo azad bibe em ê li ber xwe bidin." Açikyuz bang li welatên Yekîtiya Ewropa û Neteweyên Yekbûyî kir, ku li dijî vê barbariyê derkevin.

Ji Navenda Civaka Demokratîk a Kurd Azad Şirnex jî got, "çawa ku YPG'ê par li Kobanê çeteyên DAIŞ'ê yên li ser navê dewletê êrîş dikirin şikand, îro jî YPS wê li Sûr û tevahiya Bakurê Kurdistanê çeteyên AKP'ê têk bibe."

Piştî axaftinan, koma şano ya ji Meclîsa Jinê ya Arîn Mîrkan lîstikek bêdeng a ji bo şermezarkirina şer lîst. Dûre girseya gel bi qîrîna dirûşmeyan meşiya û dawî li çalakiya xwe anî.

FREÎBÛRG

Li bajarê Elmanya Freîbûrgê, di serî de 'jêrzemîna wehşetê' hemû komkujiyên hikûmeta AKP li Kurdistanê dike, bi çalakiyekê hatin şermezarkirin.

Çalakî ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ve hat organîzekirin û ji Komuna Jinê ya Nûda, Ciwanên Azad, Elman ANTÎFA, Dîe Lînke û Dergaha Çanda Elewiyan a Freîbûrgê bi sedan kes beşdar bûn.

Girseya gel a li Kartoffelplatzê li hev civiya, ji vê derê ber bi navenda bajêr ve meşiya. Di meşê de dirûşmên "Bijî berxwedana Cizîrê", "Bijî Serok Apo", "Kujer Erdogan ji Kurdistanê bicehime", "Terorîst Tirkiye" hatin qîrîn.

Li ser navê girseya gel a gihaşt navenda bajêr daxuyaniyek hat dayîn û êrîşên faşîst hatin şermezarkirin. Di daxuyaniyê de bang li raya giştî ya cîhanê jî hat kirin, ku li pêşberî van komkujiyan bêdeng nemîne û nebe temaşeker. Çalakger piştre caerke din li Kartoffelplatzê vegeriya û bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê, dawî li çalakiya xwe anî.

...