Li Marsîlya, Stûttgart û Torontoyê çalakiyên ji bo Ocalan
Kurdistaniyên li bajarê Marsîlya yê Fransayê û li bajarê Stûtgart ê Elmanyayê û li bajarê Toronto yê Kanadayê dijîn ji bo ewlehî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî kirin.
Kurdistaniyên li bajarê Marsîlya yê Fransayê û li bajarê Stûtgart ê Elmanyayê û li bajarê Toronto yê Kanadayê dijîn ji bo ewlehî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî kirin.
Kurdistaniyên li bajarê Marsîlya yê Fransayê û li bajarê Stûtgart ê Elmanyayê û li bajarê Toronto yê Kanadayê dijîn ji bo ewlehî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî kirin.
MARSÎLYA
Li bajarê Marsîlya yê Fransayê Kudistanê ji berê ve rabûn ser piyan û bi pankarta ‘Kes nikare roja me tarî bike’, ‘’Heke ne azad be yek ji me ne azad e’ ,’Ji Ocalan re azadî’ meşiyan.
Nêzî du hezar Kurdistanî tevlî meşa bi pêşengiya Ciwanên Azad bûn, di meşê de gelek caran dirûşmên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin berzkirin. Her wiha ciwanan di meşê de gelek belavokên bi Fransî ên bi mijara tecrîda li Imraliyê belav kirin.
Kurdistaniyên li Marîgnane û Marsîlyayê yên ku li Meydana Canebîerê civiyan, ev heftiyeke bi çalakiyan bal kişandin ser tecrîda li ser Ocalan û rewşa Ocalan hewl dan ku ji raya giştî re bibêjin.
Di çalakiyê de jin û ciwanan rengê xwe li çalakiyê dan, bi çalakiya rûniştinê, dirûşm û sirûdan meş kirin. Çalakgeran pirê caran gotin ,’terorîst Erdogan, terorîst Tirkiye’ û her wiha posterên Ocalan û rengên kesk û sor û zer ên temsila Rojava rakirin.
Li qada mîtîngê mesaja Ciwanên Azad hate xwendin. Piştre il ser navê Meclîsa Jinan a Arîn Mîrkan a Marsilya Guneş Polat axivî û got, ‘’Jina Kurd amade ye ku li dor rêbertiya xwe bibe gilokek ji êgir. Divê faşîzma Erdogan zanibe ku ew çi jî bikin dayik wê li Rêbertiya xwe xwedî derbikevin.’’
Li ser navê Navenda Civaka Demokratîk a Marsilyayê Azad Şirnexî jî got, ‘’Rêber Apo ji bo me meseleya manûnemanê ye, bila her kes vê wiha bizanibe.’’
STÛTTGART
Li bajarê Stûttgart ê Elmanyayê jî çalakiyên ku şeva 15’ê Cotmehê dest pê kirî, çalakiya nobetê ya ku ev heftiyeke dom dike, 21’ê Cotmehê bi meş û mîtîngeke girseyî qediya.
Meşa ku li Lautenschlagerstrasseyê dest pê kirî li Meydana Scholssplatzê bi mîtîngekê bi dawî bû.
Kurdistaniyan û dostên wan li kuçeyên Stûttgartê ji bo ewlehî û tenduristiya Abdullah Ocalan posterên Ocalan rakirin û her wiha ji bo azadiya Ocalan bi dirûşmeyan meşiyan.
Di mîtîngê de danezana NAV-DEM, KJK-E û CENÎ’yê hate xwendin. Pankarta,’’destê xwe ji Rojava, ji Kurdistanê re azadî, qedexeya li ser PKK’ê bila rabe, ji Ocalan re azadî!’’ hate hildan.
Nûnerê MLPD’ê Lukas Weîsert ê ku pankart rakirî axivî û got, ‘’Em MLPD li cem we ne. Bi we re em dixwazin qedexeya li ser PKK’ê rabe û em azadiya Ocalan dixwazin.’’
Di çalakiyê de bang ji bo çalakiya 23’yê ya Cotmehê ya li Strasboûrgê hate kirin û çalakî bi dawî bû. Otobos li ber Navenda Civaka Demokratîk a Stûttgartê saet 09.00’an wê rabe.
TORONTO
Li bajarê Toronto yê Kanadayê Kurdistanî li Yonge&Dundasê civiyan, fikara xwe ya li ser ewlehî û tenduristiya Ocalan gotin. Diyar kirin heta ku ji Ocalan agahî were girtin wê çalakî bomdar bin. Çalakgeran ji hikûmeta Kanadayê xwestin ku demildest ji bo ewlehiya Ocalan tevbigerin.