Li Marsê av hînê şilavî ye

Li gorî encamên nû yên ji lêkolînan hatin bidestxistin, ava ku tê gotin li Marsê qeşa girtiye, hînê şilavî ye.

Li gorî encamên nû yên ji lêkolînan hatin bidestxistin, ava ku tê gotin li Marsê qeşa girtiye, hînê şilavî ye.

Agahiyên nû yên navgîna fezayî Curiosity a Daîreya Hewakarî û Fezayî ya Amerîkayê (NASA) bi dest xist, li kovara Nature Geoscience hatin weşandin. Li gorî encamên lêkolînê hin şop hatin kifşkirin ku nîşan didin ku di roja îro de jî li Marsê ava şilavî heye.

Li gorî keşf û pîvanekên Curosity, li beşa 5 santîmetre ya li jorê zemîna Gerstêrka Sor, madeyeke xwê ya ji nêma hewayê derketiye holê, danê sibehê dûkelî dibe.

Lê belê zanyar di texmîn dikin ku li gerstêrkê avek kêmî pêwîstiyên jiyanê heye û ev av gelekî cemidî ye.

Ji Zanîngeha Kopenhagenê Morten Bo Madsen ê tevlî lêkolînê bû got, "Me li zemînê gerstêrkê kalsiyûm perklorat keşif kir. Di şert û mercên guncaw de kalsiyûm perklorat dûkela avê ya li atmosferê dimêşe."

Madsen diyar kir ku ev merc bi şev û zivistanê jî bi hilatina rojê re yekser derdikevin holê.