Li Mannheîmê mîtînga 'Tu bixêr nehatî Erdogan'

Li Mannheîmê ya Elmanyayê beriya ku Serokkomarê Tirk Erdogan serdana Elmanyayê bike çalakiya protesttoyê hate kirin.

Serokkomarê Tirk R. T. Erdogan heftiya were wê serdana  Elmanyayê bike, beriya ê li Mannheîmê hatina Erdogan hate protestokirn.

Rêxistinên çepgir ên Mannheîmê, AGÎF, Ronahî û Meclîsa Jinan a Bêrîvan çalakî organîze kirin, pankarta 'Tu bixêr nehatî Erdogan' hildan û ji bo ku wê Erdogan bi xalîçeya sor were pêşwazîkirin, hate şermezarkirin.

Di axaftinan de serdana Erdogan hate şermezarkirin. Seraqet li dijî Erdogan dirûşm hatin gotin, sûc û komkujiyên Erdogan hatin destîşankirin.