Li Mannheîm û Den Haagê şehîd hatin bibîranîn
Li bajarê Mannheîmê yê Elmanyayê û li bajarê Den Haagê yê Hollandayê şehîd hatin bibîranîn.
Li bajarê Mannheîmê yê Elmanyayê û li bajarê Den Haagê yê Hollandayê şehîd hatin bibîranîn.
Li bajarê Mannheîmê yê Elmanyayê di şexsê şervanên YPG û YPJ’ê de şehîdên Berxwedana Serdemê hatin bibîranîn.
Bibîranîn bi rêzgirtinê dest pê kir û Ramazan Ozuak axivî. Ozuak di axaftina xwe de diyar kir ku berxwedana heta niha gelekî girîng e û got, “Divê em berxwedan û têkoşîna şehîdên xwe geştir bikin û bersiveke tund bidin dijminan.” Piştî Ozuak xizmên şehîdan axivîn.
Xizma şehîdan Yadê Xanê jî axivî û di axaftina xwe de got ku, “Erdogan li ser axa me li çi digere. Em xizmên şehîdan vî tiştî qebûl nakin. Bijî Serok Apo, şehîd namirin.”
Alî Kobanê jî di axaftina xwe de bêdengiya Ewrûpayê şermezar kir û diyar kir ku ew ê ev gel dev ji axa xwe bernede.
DEN HAAG
Li bajarê Den Haag ê Hollandayê 7 şervan û gerîla hatin bibîranîn ên ku di demên cihê de şehîd bûne.
Di axaftinan de Sjoerd Heeger yê Hollandî yê bi nasnavê Baran Sasanî, Elîşêr Xelîkan (Mehmet Korkmaz), Dil Baz (Ciwan Mustafa), Mele Mûrat (Ahmet Kılıç), Rûbar Dîlok, Xelîl Karakoçan, Şurdan Bêrtî (Şûrdan Demîrkapi) hatin bibîranîn. Di bibîranînê de çalakvana TJK-E’yê Zozan Serhat axivî û got, “Di vê pêvajoya giran de, bibîranîna şehîdan, yek ji peywira me ya bingehîn e. Em li vê derê soza ku me daye şehîdan dîsa dubare dikin û em dibêjin em ê têkoşîna wan bi serfiraziyê tacîdar bikin.”
Di bibîranînê bavê gaziyê YPG’ê Rîchard Jonse (Serhat Botan) jî axivî û got, “Ez li Kurdistanê ji dayîk nebûm lê Kurdistan di nava min de ava bû. Êdî ez jî kesekî Kurdistanî me.”