Li Malmo’yê coşa Newrozê

Li Malmo’yê coşa Newrozê

Li bajarê Malmo yê Swêdê Kurdistaniyên ji çarparçeyên Kurdistanê Newroz bi awayek girseyî bi qîrînên aştî û azadiyê pîroz kirin. Di pîrozbahiyê de Serokê Kongra Gel Remzî Kartal axivî û bang li Kurdên li Ewropayê kir ku, xwedî li pêvajoya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpê kirin, kir.

Pîrozbahiyên Newrozê yên ku rastî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku Tekoşîna Azadiya Kurd kete pêvajoyekî din tên, bi coşe û keyfxweşiyek mezin tên pîroz kirin. Di salona ku pîrozbahî lê hate kirin de sloganên “Bijî Serok Apo”, “Ji Ocalan re Azadî, ji Kurdistanê re Statû” deng vedan. Kurdên li Malmo jiyan dikin peyamên weke ku di berê de jî çêbûyî ew dê di pêvajoya nû de jî bi biryar piştgiriyê bidin.

Di pîrozbahiya ku alên PKK’ê û Kurdan, pankartên li ser mafên bingehîn yên Gelê Kurd li ser nivîsî, posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û sê jinên Kurd yên li Parîsê hatî qetilkirin daliqandî, bi deqîqeyek rêzgirtina li ser giyanê şehîdên şoreşê destpê kir.

Di pîrozbahiyê de Serokê Kongra Gel Remzî Kartal axivî û da zanîn ku, gelê Kurd di Rojhilata Navîn de gelê herî dînamîk û birêxistin kiriye, di du salên dawî de Tevgera Azadiya Kurd pêngavên cidî û çeperên nû bidest xistine. Kartal anî ziman ku, gelê Kurd li Rojava li gelek herêman rêveberî xistiye destê xwe û saziyên xwe avakirine. Kartal da zanîn ku, sala borî li Bakûrê Kurdistanê gêrîlayan pêngavên dîrokî avêtin, gelê Kurd serhildanên girseyî pêkanîn û her wiha çalakiya birçîbûnê ya li girtîgehan tekoşîn gihande lotikê. Kartal destnîşan kir ku, ne ku Erdogan û desthilatdariya AKP’ê pir dixwaze ji ber ku neçar ma, fêm kir ku ew dê nekare Tevgera Azadiya Kurd bin bêxe, neçar ma hevdîtinê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re pêkbîne.

Kartal bilêv kir ku, PKK’ê û Kurdên li Ewropa jiyan dikin xwedî li banga Ocalan derketine û ji bo ev pêvajo bi awayek tendurist birêve biçe ew dê hemû tedbîran bigirin û bang li hemû Kurdistaniyên li Ewropayê jiyan dikin kir ku, xwedî li pêvajoyê derbikevin.

Kurdistaniyên li salonê li ser banga Kartal bi sloganên “Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statû” qîriyan.

Di pîrozbahiya ku nêzî hezaran Kurdistanî tevlîbûyî de, Îbrahîm Rojhilat, Kawa Urmiye, Hozan Dilşad, Rezan bi stranên Kurdî, Koma Zarokên Azan û Koma Rojbîn jî bi folklorê derketin ser dikê.