Li Lyon û Saarbruckenê pîrozbahiyên 15'ê Tebaxê
Li Lyon û Saarbruckenê pîrozbahiyên 15'ê Tebaxê
Li Lyon û Saarbruckenê pîrozbahiyên 15'ê Tebaxê
Li bajarê Fransa Lyonê û bajarê Elmanya Saarbruckenê, 29. salvegera Pêngava 15'ê Tebaxê hat pîrozkirin.
Li bajarê Fransa Lyonê, bi wesîleya salvegera Pêngava 15'ê Tebaxê pîrozahiyek hat lidarxistin. Pîrozbahî li Navenda Çandê ya Mezopotamyayê pêk hat. Di çalakiyê de Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Engîn Sîncer (Erdal) û Endamê Konseya Leşkerî ya HPG'ê Kadîr Çelîk (Huseyîn Mahîr) hatin bîranîn.
Di axaftinên li çalakiyê de bal hat kişandin ser êrîş û komkujiyên li hemberî gelê Kurd ê li Rojava û banga hestiyariyê hat kirin. Her weha pêngava 15'ê Tebaxê û têkoşîna Mahsûm Korkmaz hatin vegotin.
Li bajarê Elmanya Saarbruckenê jî bi wesîleya 15'ê Tebaxê û bi armanca bîranîna Kadîr Çelîk (Huseyîn Mahîr) çalakiyek hat lidarxistin. Di çalakiya li Komeleya Saarbruckenê de Cebbar Gezîcî axaftinek kir.
Gezîcî da xuyakirin ku 15'ê Tebaxê hest û nêrînên gelê Kurd ji binî ve guhertiye û bal kişand ser rewşa li Rojavayê Kurdistanê. Gezîcî got, "Li pêşberî şoreşa li Rojava û gelê me yê i wir di nava zor û zehmetiyan de ye, berpirsyariyên me hene. Mîna Kurdên li çar parçeyên Kurdistanê, divê Kurdên li Ewropayê jî xwedî li berxwedana li Rojava derkeve û alîkariya madî û manewî bide wan."