Li Luzern, Helsînkî û Kopenhag berxwedana Kobanê hat silavkirin

Li Luzern, Helsînkî û Kopenhag berxwedana Kobanê hat silavkirin

Li bajarê Swîsre Luzern û paytexta Fînlandiya Helsînkî berxwedana Kobanê hat silavkirin. Li paytexta Danîmarka ya Kopenhag jî ber bi sefaretxaneya Tirk ve meşek hat lidarxistin

LUZERN

Li bajarê Luzern ê Swîsre çalakiya xwedîderketina li berxwedana Kobanê hat lidarxistin. Di çalakiya ku nêzî 600 kes beşdar bûn, bi banga Navenda Civaka Kurd, Ciwanên Azad, Tevgrera Jinan a Kurdi Yekîtiya Hêza Demokratîk pêk hat. Çalakiya ku rêxistinên çep ên Swîsreyî jî destek kirin li istasyona trenê ya navenda Luzern pêk hat.

Di axaftinên mîtîngê de hat diyarkirin ku li ser navê têkoşîna tevayî mirovatiyê li Kobanê têkoşîneke rûmetê tê meşandin.

HELSÎNKÎ

Kurdên li Fînlandiya jî hefteyeke bi armanca xwedîderketina li berxwedana Kobanê gelek çalakî hatin lidarxistin. Ji roja Duşemê ve her timî saet,13:00’an li ber Parlamentoya Fînlandiya û nûnertiya Yekîtiya Ewropa mîtîng tên lidarxistin. Di çalakiya ku ji 4 parçeyên Kurdistan tevlîbûn çêbû Fînliyan jî piştgirî da.

Kurdistaniyên ku li termînala Geî hatin cem hev ber bi Konsolosxaneya DYA ve meşiyan. Li ber konsolosxaneyê mîtîngek hat lidarxistin. Skeçên ku hovîtiya DAIŞ nîşan dide hat lîstin û dosyeyek pêşkeşî rayedarên konsolosxaneye hat kirin.

Girse ji wir jî ber bi konsolosxaneya Tirk ve meşiyan. Piştî meşê di mîtînga li ber konsolosxaneya Tirk piştgiriya dewleta Tirk a ji çeteyên DAIŞ re hat şermezarkirin.

Piştî mîtînga li ber konsolosxaneya Tirk Fînlandiyên dostên Kurdan bi armanca piştgiriya bi Kurdan ku çûn serdana konê greva birçîbûnê. Di axaftinan de hat xwestin ku Tirkiye tavilê dest ji piştgiriya xwe ya bi çeteyên DAIŞ re berde û korîdora însanî bê vekirin.

KOPENHAG

Li paytexta Kopenhag a Danîmarka li ber Sefaretxaneya Tirk  çalakiyek hat lidarxistin.

Di çalakiya ku pêşengiya Federasyona Komeleyên Kurd a Danîmarka û Partiya Komunîst a Danîmarka de gelek Kurd û sazyên Kurd beşdar bûn.

Bi hezaran kes ji ber Stasyona Svannemølle dest bi meşê kirin. Girseya hat ber Sefaretxaneya Tirk a li semta Hellerup du saetan mîtîngek li dar xistin.

Li bajarê Swîsre Luzern û paytexta Fînlandiya Helsînkî berxwedanan Kobanê hat silavkirin. Li paytexta Danîmarka ya Kopenhag jî ber bi sefaretxaneya Tirk ve meşek hat lidarxistin