Li Lûganoyê çalakiya piştgiriya Efrînê

Kom û partiyên siyasî yên cûr be cûr ên ku di bin pêşengtiya Partiya Çep de li bajarê Lûgano ya Swîsreyê kom bûyî, dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Efrînê protesto kirin.

Li Kantona Tîcîno ya Swîsreyê dagirkeriya Efrînê hat protestokirin. Kom û partiyên siyasî yên cûr be cûr yên di bin pêşengtiya Partiya Çep de li bajarê Lûgano kom bûyî pankartên “Contro guerra ye repsessone” ve “Antîfascîst -sempre” (Ji şer û çewisandinan re na –Em hemû Antîfaşîstîn) vekirin.

Girseya ku li navenda bajarê Lûgano çalakiya bê îteatiya sivîl lidar xistî, 2 kîlometre meşiyan.

Polîsan hemû rêyên tên wê cadeyê girtin û çalakiyê 40 deqeyan berdewam kir. Çalakiya ku Kurdên li Tîcîno dijîn jî tevil bûyî bi dawî bû.